Armanca Komploya 9’ê Cotmehê

 

Rêber Apo

Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta bi 15’ê Sibata 1999’an pêvajoyeke çar mehan a mîna bahozê derbas bû. Ji bilî hêza hegemon DYE’yê ti hêzê nikarîbû vê operasyona çar mehan amade bikira. Di vê pêvajoyê de rola hêzên taybet ên Tirk (Serokê van hêzan General Engîn Alan bûye) bi tenê bi balafirê birina min a Îmraliyê bû, ew jî di kontrolê de pêk hat. Di dîroka pêvajoyên NATO’yê de ji sedî sed operasyoneke herî girîng a pêvajoyan e. Ev ewqasî eşkere bû, em diçûn kîjan deverê ti deverê dengê xwe nedikir. Yên qebûl nekiribûna jî yekser bêdeng dikirin. Rûsya mezin jî bi awayekî pirr eşkere bêtesîr kiribûn. Jixwe helwesta Yewnaniyan têra ravekirina her tiştî dikir. Li Romayê tedbîrên ewlekariyê yên li nava mala lê dimam her tişt eşkere li pêş çavan radixistin. Li gorî girtinê tedbîrên awarte girtibûn. Rê nedan ku ez gava xwe jî biavêjim derve. Tîmên ewlekariyê yên taybet heta ber deriyê odeya min jî bîstûçar saetan kontrol dikirin.

Hukûmeta D’Alema hukûmeteke çepgir demokrat bû. D’Alema bêtecrûbe bû, nekarî bi serê xwe biryarê bide. Li tevahiya Ewrûpayê geriya. Ingilîstanê jêre got divê ew bi xwe biryara xwe bide. Zêde piştgiriya wî nekirin. Helwesta Brukselê ne zelal bû. Di encamê de em şandin ber destê dadgeriyê. Di vê helwestê de ne pêkan bû ku mirov bandora Gladîo’yê nebîne. Jixwe Îtalya yek ji wan welatan bû ku Gladîo lê gelekî bi hêz bû. Berlusconî tevahiya hêza xwe xistibû nava tevgerê. Ew bi xwe peyayê Gladîo’yê bû. Ji ber ku min zanîbû Îtalya wê nikaribe xwe bide ber barê min, ez ji Îtalyayê veqetiyam. Bêguman di berdêla vê de Tirkiye bûbû welatê DYE û Îsraîl herî zêde pê ewle, lê di heman demê de li Tirkiyê wer kiribûn ku herî zêde bûbû dûvikê wan û bi pey wan ketibû. Ew pêvajoya jêre digotin Tirkiye weke şîpeke har global dibe, ya rastî, ew çîroka pêvajoya pêşkêşkirina Tirkiyê ji kapîtalîzma fînansê ya globalîzmê re bû û ne tiştekî din bû.

Di navbera senaryoya dagirkirina Iraqê û radestkirina min de têkiliyeke xurt heye. Ya rastî, bi operasyona li dijî min tevgera dagirkirinê dest pê kir. Heman xusûs ji bo dagirkirina Afganistanê jî bi vî rengî ye. Ya rastî, ji bo bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin gaveke girîng û pêşî operasyona li dijî min e. Ecevît badilhewa negot “Min bi ti awayî fêhm nekir ka çima Ocalan radestî me kirin.” Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi kuştina Prensê Awusturyayê ji aliyê milliyetgirekî Sirp ve dest pê kir, bi awayekî ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ jî bi operasyona li dijî min dan destpêkirin. Ji bo mirov pêvajoya piştî operasyonê fêhm bike, divê mirov baş fêhm bike ka çi bûyer berî û piştî operasyonê qewimîne. Serokê DYE’yê Clinton ji bo derxistina min ji Sûrî guftûgo bike, carekê li Şamê û cara din jî li Swîsreyê ji çar saetan zêdetir du civîn bi serokdewlet Hafiz Esed re pêk anîn.

Hafiz Esed di wan hevdîtinan de li girîngiya mijarê hayedar bû. Ji bo xwe di cih de dît ku pêvajoyê dirêj bike. Ji bo demekê be jî ji min derketina ji Sûrî nexwest. Li dijî Tirkiyê dixwest min weke hêmaneke tewazunê heta dawiyê binirxîne. Lê min jî Sûrî dahf dida ji bo bibe xwedî helwesteke stratejîk. Lê hêza min û rewşa min derfet û îmkan nedidan ku ez di vê de bi ser bikevim. Eger ez li Îranê bûma, belkî hevgirtineke stratejîk pêk bihata. Di vê mijarê de jî ez bi Îranê ewle nebûm; ji helwestên wê yên ji rêûresmê fikarên min hebûn. (Kuştinên Simko û Qasimlo û komployên bi vî rengî, dekûdolabên di dîrokê de yên weke ji textxistina Keyayê Medan Astiyag ji aliyê Harpagos ve) Clinton û lîderên Kurdan ên Iraqê yên bi wan re di nava têkiliyê de bû, mayîna min li Sûrî ji bo armancên xwe yên stratejîk di cih de nedidîtin. Ji ber ku her diçû Kurd û Kurdistan ji kontrola wan derdiket. Îsraîl jî ji vê rewşê gelekî bêzar bû. Wan nikarîbû rêveçûna bûyerên li Kurdistanê û derketina Kurdan ji kontrola wan qebûl bikin. Nexasim ji bo planên xwe yên der barê Iraqê de bi cih bînin, ji bo wan heyatî bû ku Kurdistanê di kontrola xwe de bigirin. Lewma li ser min ferz dikirin ku ez ji sedî sed veqetim û dev ji xeta azadiyê û nasnameya serbixwe ya Kurd berdim.

Di çarçoveya PDK’ê de hewl dan pêkhatineke bi heman rengî ya Kurdê Spî ava bikin. Heman navendê hem ji Tirkan hem jî ji Kurdan du hêzên wekhev lê xwedî nakokî diafirandin û ev jî ji bo hebûna wan (di serî de DYE û Ingilîstan, ji bo berjewendiyên Rojava yên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn û ewlekariya Îsraîlê) heyatî û girîng bû. Ya rastî, ji bo berjewendiyên wan ên li herêmê, polîtîkayeke têra xwe aqilane ye; du hêzên bi xwe ve girêdayî çêdikin û hêzên behsa wan jî tê kirin timî di nava nakokiyan de ne. Bi derketina holê ya PKK’ê, ev dekûdolaba têra xwe dîrokî û ewqasî jî rojane xira dibû. Derfetên çareserî û aştiyê di sala 1993 û 1998’an de derketin holê, dihatin wê maneyê, dekûdolaba hêzên hegemonîk bi dawî dibû. Ji lewra destûr nedan şêwazekî bi vî rengî yê çareseriyê. Reşkujî û komployên mezin pêk anîn. PKK’ê Kurd ji kontrolê derdixistin û di serî de Tirk bi dewlet û komên din re li hev dianîn û ev jî dibû derbeke stratejîk li berjewendî û dekûdolabên van hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn diket. Ev xusûsên ku em ê karibin sedemên wan bi awayekî berfireh rêz bikin, têrê dikin ku îspat bikin, çima komploya 1998’an ewqasî xwedî armancên stratejîk û mezin bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button