Dubarekirin ji pirsgirêka gelê Kurd re nabe çare

 

Leyla Weşûkanî

Weke tê zanîn dubarekirina bûyerên dîrokî, ne teqeziyeke û xwe dubarekirina bûyeran jî dihêle ku pirsgirêkên civakê kûrtir bibin û wek girêka kor lê were. Ev girêka kor bi şûrê Îskenderê Makedonî hatiye vekirin. Pirek mirov dibêjin ku dîrok weke ristek e, girover e, her di cihê xwe de dizîvire û xwe dubare dike. Teqez dibe ku hin caran bûyerên mîna hev di nav lehî û paşveçûnan de hatibin jiyîn û hinek kesên din jî dibêjin ku dîrok ti carî xwe dubare nake. Xwediyên van pirs û şîroveyan jî mirovên zana û meraqnas bi xwe ne. Mirov li ser berhema aboriyê û hilberînên xwezayê xwe dike dînamîka sereke ji bo biriqîn-bedewbûna dîrokek resen û kêrhatî. Hemû komên mirovahiyê di heman şop û rêyan re derbas bûne. Dibe ku hin ji wan jî di pileyek bilind yan jî nizm de bin. Dibe ku di navbera hin neteweyan de serdem û çerx jî xwe dirêj kiribin û ketibin bin pencê xefletê de. Ji dubareyên Rojhilata Navîn û bi taybet jî gelê Kurd, dîrokek dagirtiye ji bûyerên dişibin hev. Bi sedê caran xwe di zivroneka bêhiş de dubare kiriye.

Xuya ye partî û rêveberên Kurd ti caran ji, şaşitî û kêmasiyên bav û kalan ders û encam dernexistine û her xwe dubare kirine. Yanî tê wê wateyê ku bavan kêmasî û şaştiyên xwe dewrî kuran kirine û kuran jî dewrî nifşê pey xwe kirine. Her wiha di wê rista girover de serê wan jî gêj bûye û hew xwe nas dikin. Cardin jî heman kesan ew êş, kovan, azar û xerîbî jiyane, rûreşiyên xwe avêtine ser bextê dîrokê. Piştre wan bi xwe jî bawer kirine ku ev rewş weke qederek reş e ya li ser eniya wan hatiye nivisîn û nayê guhertin. Heman kesan ji nifşên pey xwe re jî nivîsandine û gotine hûn ê jî heman qederê bijîn. Dema mirov li ser rewşa heyî diponije, di nepeniya matmayînê de bêçare dimîne û difetise.

Eger mirov bi xwe ye, yê pêşveçûn û berhemên jiyanê û civaka dîrokî dihûne, ew bi xwe ye yê biryara dahatû û nivîsa dîroka xwe, bi berhemên şaristanî, zanistî û çandî re diafirîne. Naxwe hêmanên aqilê mirovan ê sûdwergirtinê ji xwezayê dewlemendtir e. Naxwe mirov dikare bibêje dîrok xwe dubare dike. Mebesta min ji vê nivîsê ew e ez ji partî û rêxistinên dibêjin em li Başûrê Kurdistanê bûn hukimdar û xwedî hêz. Piştre bi xwe ji bîr ve dikin û dikevin nava biserxweçûyînek mezin. Em gelekî bi hêvî bûn ku ew jî nekevin bin pencê dubarebûnê, lê mixabin rewşa wan a heyî gelekî ji ya yên berê xwe xerabtir e.

Bi taybet jî ketin bin bandora xiyaneta dîrokî, di nava çerxa wê de dizîvirin û dizîvirin. Heta hinek civakên hîn di dema komala seretayî ya li Hind û Endonezyayê de ku dijîn, îro cîhan bi tevgerên xwe yên komalnasî, bi amûrên elektironî û balafirên ragîhayî roj bi roj, bandoriya xwe li ser wan dike. Lê dîsa jî ev kêmnetewe dest ji jiyan û pêşketinên xwe yên xwezayî bernadin. Em dikarin bêjin ku tecrûbeya civaka îro nikare xwe ji tiştên diqewîmin mehrûm û tecrîd bike. Pêwîst e ji her tiştekî re hesabekî rêz û xîz bike da ku karibe bi tenduristî li rex pêvajoyê bimeşe. Ger ne wiha be wê dîsa civaka Kurd ji dîrok û pêşveçûnan tecrîd bibe. Ev derfeta dîrokî ku li Başûrê Kurdistanê bi dest ketiye divê mirov dest jê bernede. Ev jî dikeve ser milên partî û rêxistinên li Başûr. Tê xwestin ku mirov ji pêşveçûnên çerxanî re hişyar û çalak be. Dûrî xapandin û berjewendiyên kesayetî, malbatî û êlî be.

Weke em hemû jî dizanin bi milyonan mirovan xwîn rijandin, ji bo sînorên siyasî, aborî ji holê rabin, gel bi hev re wekhev û azad bijîn. Lê cardin jî em dibînin îro zîla demjimêrê lêdid. Divê mirovên Kurd ji bo van erkên xwe yên neteweyî û dîrokî hilgirin ser şanê xwe di serî de pêwîst e aqil û qalibên cemidî û dîwarên dogmayan bihelinîn, sînorên derûniyê, nepixandina feodal a vala hilweşînin, deriyên zîggûratên Sumerî bişikînin, xwe bi stratejiya demê ya mirovê azad ku rêveberiya wê tevgera azadiyê dike ve girê bidin. Ev ji bo em bigihêjin hev û di pergalek wekhev û demokratîk de bijîn hewce ye. Ji bilî vê jiyan nabe û ev jî pêwîstiyeke ya mirov nikare paşçav bike. Eger ne wisa be wê dîsa mirov bêjin ku dirok xwe dubare dike û derdor jî wê kenên xwe bi wan bikin.

Teqez divê were zanîn ku dîrok xwe dubare nake, lê hişmendiya mirovan û bûyerên civakî xwe dubare dikin. Dema em temaşeyî malbata Barzaniyan dikin em dibînin ku cardin wek serdema salên 1960-62’yan û salên beriya wê xwe dubare dikin. Weke çawa mîna duh rayedarên partiyên Kurdan li cem Saddam bûn îro jî li cem Erdoganê faşîst rûdinin, welat û gelê xwe difiroşin. Bûyerên wan xayînan yên dubare gelekî xerab û kirêt in. Ji bûyerên wiha ne ku dilê mirovan dixele, di dîroka Kurdan de berxwedan û xiyanet her weke du cêwiyan, bi hev re jiyane. Her dem xiyanetê pişta Kurdan aniye xwarê û çokên wan şikandiye. Lê qet mirov bi teoriya berê nikare li civaka Kurd temaşe bike, yan jî bêbextiyan li wan bike. Em hemû jî dizanin Kurd ne Kurdên berê ne. Civaka me bi qasî, erd û asîman hatiye guhertin û xiyanetê jî darbeyek mezin xwariye.

Lê mixabin mala Barzanî di xiyaneta xwe ya dîrokî de israr dikin, dixwazin bi derûdoran jî bidin qebûl kirin ku dîroka Kurdan xwe dubare dike. Lê teqez wê hewldana wan a dubarekirinê badilhewa biçe. Di vê mijarê de divê were zanîn ku êdî kes ji mala Barzanî û yên weke wan bawer nakin. Weke em di mijara dîrokê de zelal in, dîrok xwe dubare nake û ne qedere ku bûyer jî werin dubarebikin. Teqez wê gelê Kurd nehêle cardin bi qedera wan were lîstin û di biryara xwe de zelal in. Di vê mijarê de Rêber Apo dibêje ku eger mirov di nerîn û biryara xwe de wek rojê zelal be, teqez wê ji bo serketinê bi dehan rê û rêbazan peyda bike. Em dikarin bêjin ku ji bo gelê Kurd, wê dubarebûn qet pêk neyê.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button