Eme Bi Vîna Berxwedana Rêhevalên Xwe Tekoşîn Bikin
Ez di sala 2015’an de beşdarî nava refên azadîyê bûm. tevlîbûn. Ez ji bajarê serêkaniyê me. Dema ku ez tevlîbûm wê demê ez derbasî cebha silokê û bexdadê bûm. dema ku pêngava Minbicê destpêkir,min cihê xwe di wir de jî, girt. Her wiha pişt re ez çûm pêngava Reqayê, dema ku ez derbasî pêngava Reqayê bûm. demekê ez di pêngava Reqayê de mam, herî dawî ez birîndar bûm. Wê deme em sê heval bûn û sê heval jî, di pişt me da dihatin. Ji bo ku grup têxin şûna me de. Ji ber ku me paqij dikir, ji lewra diviyabû hinek heval bihatana cihe me bi girtana. Piştî ku me ew gund rizgarkir û paqij kir, hevalan gazî me kirin, ji bo ku em biçin istîrehet bikin. Li wê derê grupek heval ji bo ku werin cihê me bigirin û me jî, biçin istîrehet bikin. Ji xwe seat diduyê nîvro bû me cih dida nîşandan. Ji ber ku grupê nû hatiyê, me ji wan re hemû dida nîşandan. Li kîjan cihî dijmin heye…. Ji bo ku li gorî wê parastina xwe bikarin tevger bikin. Di wir de êrîş hate kirin û li wê derê de ez birîndar bûm û hevalek xort li pêşiya min şehîd ket. Her wîha hevaleka jin wê deme li kêleka min hebû û ew jî birîndar bû, dema ku ew hevala jin jî birîndar bû.
Dema ku erebeya teqemeniyê hat û teqiya di wir de ez li ser hişê xwe çûm. Di wê wextê de ew hevala jin gazî kir, dema ku qîr kir, ez li ser wê dengî şiyar bûm. Dema ku ez şiyar bûm wê wextê min dixwest ez rabim li ser lingê xwe ji bo ku bigihînim hevalên xwe, kesek li derdora min nebû. Ew heval jî şehîd ketibûn. Lê bele dema ku ezê rabûma min nedikarî rabim min li xwe temaşe kir, min dît ku lingek min nîne û lingê min yê din jî nîvî çebû, ango ez birîndar bibû. Lê belê her kum in dixwest ez rabim min ne dikarî, wê demê min qîr kir hevalek hat l imin mêze kir, dît ku lîngek min qut bûye û yê din jî birîndarbibû û di cih de min dit gazî hevala kir ku werin alîkariya me. Dema ku teqiwiye xwestin wê demê gotin werin hevalên birîndar bibin, heval şehîd ketine. Heval li ser dengê wî hevalî hatin ez rakirim. Rastî jî, di wir de ez bêjim bi gazî bûna xwe êşiyam û bê moral bûm. Tiştek wiha di kesayeta min de xwe neda pêş, di wir de min digot ne ji bo tu şarekî vala em birîndar dibin, em riyekî rastî ji bo ku civaka xwe rizgar bikin, birîndar û gazî dibim. Ji ber vê yekê tu carî ev yek bandoriya xwe li ser me nekir û nake jî. Ji bo parastina welatê xwe ger ku mirov parçeyek ji canê xwe feda bike jî, ne pir. Ger ku em dixwezin jiyanek azad jiyan bikin, wê demê bê bedel nayê bi destxistin. Ji ber vê yekê em amade ji hemû şert û zirûfan re.
Ji bo ku em nefeseke azad bikişînin û jiyaneke bi rumet jiyan bikin. Ji bo birîndariya min tu bandoriyek di aliyê neyînî de li ser min nehate avakirin. Min ji bo xwe pîroz dît wê demê min hîs kirin. Ez xweşik bûmê. Lê belê mijara ku ez pê xemgîn dibûm dema ku min hevalên xwe didîtîn û her hevalekê qîr dikirin û digiriyan, dema bi min diêşîyan wê demê ku jî, pê diêşîyam. 88666Wê demê min got dêmekî ez pir teme hezkirin û di nava hevalên xwe de hatime qebûl kirin. Di vî alî de ewqas hevalên YPG’ê û YPJ’ê jî, dema wisa li min dimêze dikirin û digiriyan di vî milî de hîsên cuda cuda dihatin bala min. Ji ber vê jî, min digot însanekî di vê şoreşê de birîndar bibe, yan canê xwe bide ewqas însan bî çavekî pîroz li te temaşe bikin. Di vê milî birîndarbûna xwe de min pir rihet jiyankir, min wê çaxê got. Ev birîndarbûneke ne ku ez pê biêşim. Her wiha mirov bixwaze, bike cudatiyê di xwe de dibine.
Di wir de min ferq û cudatî dît. Heya dî nava civakê de jî, wiha ye. Dema ku yek birîndar dibe, yan jî qezayek çêdibe, her jiyana xwe li ber çavê xwe reş dike. Her qebûl nake, ne tenê di aliyê fîzîkî de, di aliyê mêjî de jî, bi xwe nade qebûl kirin. Lê belê wek însanekî şoreşger qebûl dike, dizane ji bo çi birîndar bûye. Her wiha hedef û armancê wi/ê însanî çi ye û li herberî dijmin, ji bo çi şer dike. Her wiha mirov divî milî de dikare nirxandinên xwe bike. Dema ku min got însanek di nava civakê de, dema ku birîndar dike, bê moral dibe. Êdî di aliyê fîzîkî de û mijî jî, her lewazî jiyan dike. Lê belê wek însanek şoreşger dema ku birîndar bibe, raste dema parçeyek ji canê xwe dibe, lê belê di aliyê mijî de saxleme xurte bandor wê li ser wê,wî nake. Ji ber ku însanê şoreşger di zanebûn wê de ye. Ji ber vê jî, fîzîkî bandonrek li ser mijî û rih nake. Her wiha em hemû hevalên gazî tu carî ji ber ku me parçeyek ji canê xwe fedayî welat kirinye, aciz nabin. Ji ber dema ku em ev riya azadiyê hilbijart, wê demê em di wê zanebûnê de bûn, însanên ku vê riyê hilbijêrên wê demê li pêşiya wan birîndarî, zor,zehmetî,şehadet û her wekî din van hemûya derdikevin pêşiya me. Û di heman demê de ev rewşana giştî li ber çavê min diçûn û dihatin. Yek jî piştî rewşê birîndarîyê biryarê tevlîbûna min û girêdana min zêdetirbû. Bê guman em pir bizanebûn vê riyê hildibijêrin, bi xwedî armancin ger ku kesek bê armanc be, ancax heya cihekî karibe di nava me jiyan bike. Ji ber ku jiyan em jiyanek hêsan nîne. Bê guman em dema ku beşdarî nava refên YPJ û YPG’ê dibin wê demê hevalên rêveberîyê jiyan xwe ji her hevalek ku nû biryara xwe ya teevlîbûnê dide, ji wan re vedibêjin. Ji ber vê yeke jî, ne mümküne ku kesek tevlî bibe û zanenibe ku jiyana me çawa yê her wiha rol û cesareta hevalên jin di şer de bala ker kesî dikişne li ser xwe, jin di şerê de jî rola xwe bi awayek pir aktîf û çalak dileyîzê. Ev jî, dibe sedem ku hemû nêrînên ku li ser jinê dihatin gotin, bi piratîka jinê hemû nêzîkatiyên şaş yên di derbarê jin vala werin derxistin.
WARŞÎN SERÊKANIYÊ