Ez Êzîdî me

Ez Êzîdî me

Wexta dibêjin kafirno hûn kî ne?

Ez ê bêjim ez Êzîdî me

Bi ol û baweriya xwe ez razî me

Neviyê Îbrahîmî me hezkiriyê ar û avî me

Ji Miyetra em arî ne

Ez lawikê axa Medî me

Zerdeştiyo Êzîdî me

Laleş e li Şêxana jêrî ne

Pişta wê ye çiyayê Meqilûb û Şengalê ye

Dema bêjin hûn Ezîdî ne

Ez ê bêjim ez pêşî me xwediyê rûyê spî me

Baweriya min e xwedayê jorî ne

Kaf û mixar û zemzem heca min e

Qiblete bidûr qûbleta min

Divê bizanin em Êzîdî ne

Qasidê me Sidacdîn e

Celadê serê me Nasirdîn e

Dînê me Şerfedîn e

Di tengaviyê de hezarên caran

Bi me ve hatine em ji fermanan xilas kirine

Navê Êzdî ji qewlê xwedayê jorîne wî em dayîne

wî em dayîne

Laleş Êzîdî

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button