Zinarîn Qamişlo: Zayîna Rêber Apo di heman demê de zayîna jina azad e

Yek ji fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zinarîn Qamişlo têkildarî 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo û damezirandina YPJ’ê got, “Me damezirandina YPJ’ê ya di 4’ê Nîsanê de bi zanebûn hilbijart. Ji ber zayîna Rêber Apo di heman demê de zayîna jina azad e.”
Yek ji fermandara YPJ’ê Zinarîn Qamişlo bi boneya 13’emîn salvegera damezirandina YPJ’ê ji Rojava TV re axivî.
Yek ji fermandara YPJ’ê Zinarîn Qamişlo di destpêka axaftina de êrîşên hêzên tundrew ên li hember Başûrê Kurdistanê û êrîşên çeteyan ên li Sûriyeyê li dijî xelkê Xirîstiyan pêk hatin bi tundî şermezar kir.
Zinarîn Qamişlo têkildarî sedema avabûna YPJ’ê bal kişand ser pêvajoya êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li hember gelê Kurd û jinan got, “Li hember êrîşan keça Kurd neçar ma dest biavêje çekê. Bila kes van rastiyan ji bîr neke, piştçav neke û înkar jî neke. Em li ber tinekirinekê bûn. Ji bo ew tinekirin pêk neyê me çek rakir. Bêguman ji bo YPJ’ê mesele tenê rakirina çekan nîne. Gelek destketiyên YPJ’ê hene. Ji gelek netewe û baweriyên cuda jin weke cihê baweriyê, ewlehiyê, jiyan azad û îradeya azad xwe li YPJ’ê digirin. Çawa di baweriyan de mekanên pîroz hene. YPJ jî di Şoreşa Rojava û Şoreşa Sûriyeyê de mekanekî pîroz e. Ast û nasnameya YPJ’ê cihekî pîroz e.”
Fermandar Zinarîn anî ziman ku YPJ’ê di heman demê hêzeke fedaî ye û got, “Arîn Mîrkan bombeyên xwe digire, ji bo dijmin bi bin bixîne û ji holê rake, bedena xwe parçe parçe dike. Hevala Rêvan û Silava jî bi heman rengî. Di dîroka Kurdistanê û YPJ’ê de bi hezaran qehremanên jin hene. YPJ xwe disipêre wê dîrokê. Îlham, bawerî, cesareta xwe ji wir digire. Kesek û hezek eger ne xwedî dîrokeke xurt be ma dikare di roja me ya îro de meydanê li her kesî bixwîne? Nikare. Lê YPJ xwedî dîrokeke kûr e. Jinên berxwedêr û wêrek ên di şer û jiyanê gotina xwe kirine di nav YPJ’ê de cih digirin.”
‘Divê her kes xwedî li YPJ’ê derkeve’
Zinarîn Qamişlo anî ziman ku hebûn û têkoşîna YPJ’ê li ser tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û giştî Sûriyeyê bandoreke mezin çêkir. Fermandar Zinarîn destnîşan kir ku hêzên ew bandor tehemul nekirin li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk anîn.
Fermandar Zinarîn Qamişlo anî ziman ku îro hemû jinên Sûriyeyê baweriya xwe bi neteweya demokratîk tînin û dibêjin ku tişta Sûriyeyê rizgar bike pergala neteweya demokratîk e ya xwe disipêre wekheviya cinsan.
Zinarîn Qamişlo di dewama axaftina xwe got, “Em bang li civaka navneteweyî û ya Kurdistanî dikin ku xwedî li YPJ’ê derkevin. Dîsa civaka Ewropayê, mirovên zana, bîrbir û kesên xwedî li azadiyê û îradeyê derkevin û her wiha kesên wan peyvan weke pîvana jiyana xwe dibînin pêwîst e xwedî li YPJ’ê derkevin.”
Fermandara YPJ’ê Zinarîn destnîşan kir ku bi hezaran şehîd û gaziyên YPJ’ê hene û ev anî ziman, “Yên danûstendinên wan bi YPJ’ê re hene dizanin ku hêza YPJ’ê ya fikir, îrade û cesaretê di jin de çiqasî xurt e.”
‘4’ê Nîsanê ji bo me bi nirx e’
Zinarîn Qamişlo diyar kir ku rojbûna Rêber Apo ne zayîna mirovekî wer ji rêzê ye û wiha domand, “Rêbertî ji bo me şansekî pir mezin e. Me damezirandna YPJ’ê ya di 4’ê Nîsanê de bi zanebûn hilbijart. Ji ber zayîna Rêber Apo di heman demê de zayîna jina azad e. Çavkaniya dirûşma, ‘Jin Jiyan Azadî’ fikra Rêber Apo ye. Vê dirûşmê bandora xwe li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê kir. Vejîna Rêbertî vejîna jina bi îrade û zana ye… Lewma hilbijartina 4’ê Nîsanê pir bi nirx e û pîroz e. Yekîneyên Parastina Jin li ser esasê dirûşma, ‘Jin jiyan azadî’ xwe rêxistin dike. Zanebûna xwe ya civakê bi vî fikrî, vê dîrok û siyasetê çêdike. Her wiha zanebûna xwe ya fermandariya şer û xeta şer bi vî fikrî de çêdike. Rêbertî ji bo me hebûneke bi vî rengî ye. Lewma em vê vejînê di serî de li Rêber Apo li hemû jinên parastina welat, gel û nirxan dikin, li jinên şopdarên yekemîn ên Rêbertî, li dayikên parçeyek ji canê xwe fedayî vê axê kirine jî pîroz dikin. Dîsa em rojbûna Rêber Apo li hevjîn û zarokên şehîdan, li tevahî civaka azadîxwaz pîroz dikin.”
Yek ji fermandara YPJ’ê Zinarîn Qamişlo axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Rêbertî got, ‘Vejîna min hem însanî ye, hem civakî ye hem jî bi xwezayê re girêdana xwe heye.’ Lewma got, ‘Her mirovên ji min hez dikin bila dar biçînin.’ Yê wêrektiya şer, bîr û bawerî kiriye dilê me, yê kiriye ku em weke jina Kurd biaxivin, ji xwe bawer, bi cesaret karibin xwe îfade bikin Rêber Apo ye. Weke YPJ girêdana me ya bi Rêber Apo re muezem e.”




