Zîhniyeta felsefî û polîtîk a li pişt komployê
Rêber Apo

Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta bi 15’ê Sibata 1999’an pêvajoyeke çar mehan a mîna bahozê derbas bû. Ji bilî hêza hegemon DYA’yê ti hêzê nikarîbû vê operasyona çar mehan amade bikira. Di vê pêvajoyê de rola hêzên taybet ên Tirk (Serokê van hêzan General Engîn Alan bûye) bi tenê bi balafirê birina min a Îmraliyê bû, ew jî di kontrolê de pêk hat. Di dîroka pêvajoyên NATO’yê de ji sedî sed operasyoneke herî girîng a pêvajoyan e. Ev ewqasî eşkere bû, em diçûn kîjan deverê ti deverê dengê xwe nedikir. Yên qebûl nekiribûna jî yekser bêdeng dikirin. Rûsya mezin jî bi awayekî pir eşkere bêtesîr kiribûn. Jixwe helwesta Yewnaniyan têra ravekirina her tiştî dikir. Li Romayê tedbîrên ewlekariyê yên li nava mala lê dimam her tişt eşkere li pêş çavan radixistin. Li gorî girtinê tedbîrên awarte girtibûn. Rê nedan ku ez gava xwe jî biavêjim derve. Tîmên ewlekariyê yên taybet heta ber deriyê odeya min jî bîstûçar saetan kontrol dikirin. Hikûmeta D’Alema hikûmeteke çepgir demokrat bû. D’Alema bêtecrûbe bû, nekarî bi serê xwe biryarê bide. Li tevahiya Ewropayê geriya. Îngîlistanê jêre got divê ew bi xwe biryara xwe bide. Zêde piştgiriya wî nekirin. Helwesta Brukselê ne zelal bû. Di encamê de em şandin ber destê dadgeriyê. Di vê helwestê de ne pêkan bû ku mirov bandora Gladîo’yê nebîne.
Jixwe Îtalya yek ji wan welatan bû ku Gladîo lê gelekî bi hêz bû. Berlusconî tevahiya hêza xwe xistibû nava tevgerê. Ew bi xwe peyayê Gladîo’yê bû. Ji ber ku min zanîbû Îtalya wê nikaribe xwe bide ber barê min, ez ji Îtalyayê veqetiyam. Bêguman di berdêla vê de Tirkiye bibû welatê DYA û Îsraîl herî zêde pê ewle, lê di heman demê de li Tirkiyeyê wer kiribûn ku herî zêde bibû dûvikê wan û bi pey wan ketibû. Ew pêvajoya jêre digotin Tirkiye weke şîpeke har global dibe, ya rastî, ew çîroka pêvajoya pêşkeşkirina Tirkiyeyê ji kapîtalîzma fînansê ya globalîzmê re bû û ne tiştekî din bû.
Min bi têgihiştinekê parêzname amade kir ku xisleta komploya navneteweyî ya pêvajoya Îmraliyê li ber çavan girt. Kesên bi bîreweriyeke giran a Tirkparêziyê û li ser navê Tirkparêziyê tevdigeriyan bi rastiyê re têkiliya wan qut bibû. Li gorî xwezaya wan nebû ku karibin li felsefeya li pişt komployê serwext bibin. Ji ber ku bi kêmanî bi qasî sedsalekê vê felsefeya komployê avahiyên xwe pêk anîbûn û ew jî berhemên wan bûn. Lewma mirov nikarîbû li bendê be ku ew van pêkhateyên hatibûn avakirin înkar bikin û bi awayekî rexnegir nêzîk bibin. Hem di dema dadgehkirina komedîwarî de, hem jî di pêvajoya hukimxwarina min de bê mane bû ku ez ji wan li benda guhertineke erênî ya îradeyê bûma. Nûnerê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşê bi pistepist hinek tişt gotin. Di şertên heyî de mirov ji pêkhatina gotinên wî bawer bikira wê safiktî bûya. Jixwe ne xwediyê wê hêzê bûn ku gotinên xwe bi cih bianiyana. Ji bo min sîstemeke DYA li pişt wê û di kontrola YE’yê de vedîtibûn. Îngîlistanê ev vedîtin hûnandibû û li hev anîbû, ya para Tirkan jî diket pêkanîn bû.
Gelekî girîng e ku mirov zîhniyeta felsefî û polîtîk a li pişt komployê fêm bike. Ez têm û diçim, dizîvirim û timtûtim tînim ziman ku komplo bingehekî xwe yê sedsale heye. Min behsa wan komployan kir ku di her demê de gava qonaxekê bûn. Mirov bi carekê dikare bi sedan ji van komployan mînak bide û rêz bike, hema bi tenê ji van ên li dijî Kurdan komploya Alayên Hemîdiye, di sala 1959’an de doza 49’an û di sala 1960’î de doza 400’an, kuştina Faîk Bucak û kuştina Sait Kirmizitoprak ji aliyê PDK’ê ve, dîsa di qonaxa avabûna îdeolojîk a PKK’ê de bi sedan komployên ji aliyê heman zîhniyetê ve hatine organîzekirin. Komlogeran ev weke hunerekî hosteyane yê desthilatdariyê dihesibandin. Ango komplo giyan û amûrê herî girîng ê hunerê desthilatdariyê ye. Ji sedî sed diviyabû ev huner ji bo Kurdan li ser bingehê komployê bihata meşandin. Eger komplo bi rêbazeke eşkere bihata meşandin wê bibûya mîna bûyera zarokê ji diya xwe re gotiye “Yadê binêre qral tazî ye.” Hêzeke desthilatdariyê ya kirinên heta bigihîje qirkirinê dabe pêşiya xwe ji wê re amûrek ji bilî komployê û zîhniyeta rê dide wê tineye. Li vir a girîng ew e, mirov hêzên di nava komployê de cih digirin rast nas bike û bide naskirin.
Ez divê diyar bikim ku di pêvajoya Îmraliyê de ez di vê mijarê de ketim tengasiyê. Ji ber ku di nava komployê de hêzên gelekî di nava nakokiyê de hebûn. Ji DYA’yê heta bi Federasyona Rûsyayê, ji Yekîtiya Ewrûpayê heta bi Yekîtiya Ereb, ji Tirkiyê heta bi Yewnanistanê, ji Kenyayê heta bi Tacikistanê gelek dewletan di nava komployê de cih girtibûn. Ew çi bû ku dijminên sedsalan Tirk û Yewnan dianîn cem hev? Çima li ser pişta min hevgirtinên evqasî bêpîvan an jî yekîtiyên berjewendiyan çêdibûn? Her wiha bi sedema ku ez bibûm hedef hevkarên neteweyî, çepgirên Kurd û Tirk ên di ber xwe de kêfxweş bibûn hejmara wan têra xwe hebû.
Dinya fermî mîna ku di şexsê min de dijminê xwe yê herî bi tehlûke xistibe quncikê û tengav kiribe. Di nava PKK’ê de jî kesên ku bawer dikirin deriyên siberojê li wan vedibin û firsend çêdibe çawa bixwazin wisa bikin, hejmara wan ne kêm bû. Bêguman bi danasîneke giştî û sereke mirov dikare bibêje, bi tevahî hêzên behsa wan tê kirin, ji wan beşên ku li pey berjewendiyên modernîteya kapîtalîst a lîberal diçin, pêk tên. Ez li hemberî zîhniyeta wan a faşîst û lîberal û ji bo berjewendiyên piraniya wan tehlûke bûm.
Mînak Îngîlistan di nava van hêzan de ya herî bi tecrûbe ye. Ji bo min li Ewropayê polîtîka nekirana vê hêzê gava pêşî avêt. Min çawa gava xwe avêt neavêt Ewropayê ez tavilê weke ‘persona non grata’ ango ‘kesê nayê xwestin’ îlan kirim. Ev ne gaveke besît bû, ji ber ku vê gavê ji destpêkê ve encam diyar dikir. Baş e, helwesteke bi vî rengî ya ji bo Xumeynî, ji bo Lenîn nehatibû nîşandan, çima ji bo min hat nîşandan? Min di gelek beşên parêznameya xwe de hewl da der barê bersiva vê pirsê de hinek agahiyên mirov pê bi ser meseleyê ve bibe, bidim. Ji lewra hewce nake mirov dubare bike. Bi kurtî, li pêşiya hesabên dused salan ên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn, nexasim li pêşiya polîtîkayên li ser Kurdistanê (bi kurtî, ez li pêşiya polîtîkaya ji Komara Tirkiyeyê re dibêje “Mûsil û Kerkûkê bide, Kurdên xwe tine bike” bibûm asteng) ez weke kelemekî ciddî derketibûm holê. Ez hêdî hêdî li dijî plansaz û pêkhêneran bi tehlûke dibûm.
Derdê DYA’yê jî cuda bû. Dixwest Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bixe dewreyê. Ji bo vê jî bûyerên li Kurdistanê bi qasî ku bibin kilîta vê gavavêtinê girîng bûn. Li gorî konjonkturê bi kêmanî diviyabû ez bihatama bêtesîrkirin. Di wan rojan de tesfiyekirina min li gorî polîtîkayên wan ên global di cih de bû. Rûsya di dîroka xwe de bi krîzeke ekonomîk a girîng re rûbirû bibû û gelekî bi lez pêdiviya wê bi krediyê hebû. Eger ji bo derdê wê bibûya derman, ti sedem tinebû ji bo ku di komployeke li dijî min de cih negire. Jixwe yên din birayên biçûk ên sernerm ên ‘kekê mezin’ bûn. Her gotina wî datanîn ser serê xwe. Ji bo çepgirên Tirk (li derveyî îstîsnayan), hevkarên Kurd û kesên di nava PKK’ê de nerehet, firsendek hebû ji bo ji hevrikekî xwe yê ciddî rizgar bibin. Li gorî tehlîla dawî, felsefeya herî li jêr a di binê vê helwesta wan de felsefeya berjewendiyên rojane yên lîberalîzmê, pragmatîzm û egoîzm e