Yên herî zêde pêdiviya wan bi azadî û demokrasiyê hene jin û civak in

Asya Weşûkanî

Em dibînin ku gelên Sûriyeyê dengê xwe bi dengê gelê Kurd re bilind dikin û dibêjin “Azadî û xelasiya me bi gelê Kurd re ye.” Ev jî bingehê xwe ji fikir, raman û paradîgma Rêber Apo digire. Gelên herêmê bi taybet jî gelên Sûriyeyê rastiya heyî pir baş fêm kirine û dixwazin beşdarî paradîgmaya Rêbertî bibin.

Bêguman desthilatdarên herêmê û hêzên hegemon vê qebûl nakin. Di serweriya xwe de serhişkiyê dikin. Ew serhişkiya wan jî wê herêmê û tevahî cîhanê bibe Mehşerê (Roja Qiyametê).  Ev xisûs jî xeteriya herî mezin a li ser serê mirovahiyê ye.

Hişmendiya desthilatdar û mêrperest a 5 hezar salan îro nûnertiya xwe di pergala sermayedariya navendî de dibîne. Hîn jî pergala sermayedar li ser dijberiya xwe ya li hember civakê israr dike. Ji bo vê her çi ji destê wan tê texsîr nakin. Vê pergala sermayedar hêzên tundrew û cîhadîst jî kirine hevkarên xwe.  Hewl didin wan hêzan bikin desthilatdar û bi destê wan jî berjewendiyên xwe pêk bînin.

Ev di roja me de bi aloziya li Filistînê dest pê kirin, li Lubnanê dewam kirin,  ji wir jî gihiştin Sûriyeyê û piştre jî berê xwe dan Îranê. Xwedê zane wê paşê berê xwe bidin ku derê. Li gorî ku xuya dike senaryoya ji bo Tirkiyeyê jî amade ye. Niha jî mirov dibîne ku li her deverê şer û alozî hene. Di wan şeran de weke her tim jin û civak dibin qurbanî.

Ji ber di xwezaya desthilatdariyê de valatî nayê qebûlkirin, timî ji bo wê şer û pevçûn hene. 5 hezar sal in û dibe ku beriya wê jî be ku desthilatdarî derketiye hole. Ji wê demê ve, ne ji bo jinan û ne jî ji bo civakan aramî û azadî çêbûye.

Yên pêdiviya wan bi azadî, aştî û demokrasiyê heye jin û civak e. Lê mixabin ên di serdema me ya niha de ji aramî û azadiyê bêpar in jî ew in. Ji ber vê pêwîst e jin û civak xwe bikin yek. Yekîtiya jinan û gelan divê were çêkirin. Dîsa divê di pêşengiya jinan de civaka exlaqî û polîtîk pêş bikeve û were parastin. Rêber Apo rol û mîsyona pêşentiyê daye jinê û hewce ye jin jî li ser vî esasî têkoşîna xwe pêş bixe.

Teqez divê were zanîn ku wê jin doza xwe ya azadî û wekheviyê terk nekin û di her şert û mercî wê bidomînin. Ev li hemû qadên têkoşînê mîna rojê xuya ye. Weke jin em ê timî ji bo serxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertiya me daye destpêkirin bixebitin.

Ez vê weke weke peymana jinan a bi azadiyê re dibînim û baweriya min heye ku wê cîhaneke azad bi destê jinan were avakirin. Divê mêrên di nav civakê de jî bi jinan re ji bo avakirina jiyana azad, wekhev û bi edalet di eniyên têkoşîn û berxwedanê de cihê xwe bigirin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button