Yekîtî û hevgirtina gelê Kurd bi ked û hewldanên Rêbertî bi gewde bû
Asya Weşûkanî

Şoreşa Rojava bingehê têkoşîn û keda Rêber Apo ya bi salan e. Rêber Apo dema got, “Rojava ji bo min xeta sor e” ji bo me weke netewe tê fêmkirin, lê rayedarên Tirk ev gotin fêm kirin û ji ber wê gef li Rojava xwarin. Piştre gefên xwe derbasî meriyetê kirin û tevî çeteyên HTŞ’ê bi 43 hezar çete û leşker bi tank û topan êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Di pêşengiya fermandar Ziyad Heleb, şervanên rûmetê Deniz, Rojbîn, Dilbirîn, Gerîla, Hawar û gelek egîdan li hember wan êrîşên nemerd berxwedaneke mînakên wê kêm in pêş xistin. Çirûska berxwedanê ya dîrokî li Helebê hat pêşxistin.
Li hemberî xiyaneta li Dêrhafirê jî berxwedan û têkoşînê berdewam kir. Şoreşger û qehremanên weke Sîdar, Ronahî, Mazlum, Mehmed, Ehmed û Haşim û hevalên pêre li hember bêbextiyê bûn pêşengên destana şoreşê. Wan fermandar û şervanan ji bo zerar negihêje xelkên me yên Ereb ên sivîl pir hesas tevgeriyan. Gelê Kurd jî li her deverê derket qadan, xwedî li vîn û kerameta xwe derket.
Gelê Kurd û dostên wan hê jî li her devera Kurdistanê û li dîaspora yê li ser piyan e. Kurdan yekîtiya xwe ya neteweyî xurt kirin. Di dîroka Kurdistanê de ev cara yekê ye ku di vê astê de Kurd tên cem hev. Ev jî bêguman berhema keda Rêber Apo ye. Rêber Apo 53 sal e ji bo yekîtî û hevgirtina Kurdan têkoşîn dike. Têkildarî vê mijarê gelek belge, peyam û nameyên Rêbertî hene. Jixwe timî bang li aliyên siyasî yên Kurdî dikir ku bibin yek. Lê gelek kom, rêxistin û partiyên Kurdan hebûn ku ji yekîtiyê direviyan. Ji Rêber Apo zêdetir li dewlet û neyaran guhdarî dikirin. Ev jî dibû sedem ku yekîtiya Kurdan weke hevîrê tirşnebûyî hevdu negire.
Rêber Apo her di hedef û armanca xwe ya yekîtiya gelê Kurd de israr kir. Di pêvajoya êrîşên hovane li ser Rojava pêş ketin Rêbertî bi hewldanên xwe yên mezin aliyên Kurdan anîn cem hev. Rêber Apo bi vî awayî rê li ber şerekî herêmê yê dihat xwestin di nav gelan de pêş bikeve asteng kir. Yekîtî û hevgirtina gelê Kurd bi ked û hewldanên Rêbertî bi gewde bû û pêş ket.
Hêzên xwînxwar ên ji bo berjewendiyên xwe li pey gurkirina şer in, hê jî li pey dek û dolaban e. Lewma divê em pir baldar û hişyar bin. Ew hêzên Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê plan kirin ji bo temamkirina vê plangeriya nemerd êrîşên ji 6’ê Çileyê ve dest pê kirin dan meşandin. Li hember wan êrîşan Rêbertiya me careke din pêşengtiya xwe ya bêhempa nîşan da. Êrîş dan sekinandin û hevgirtina gelê Kurd a kesî texmîn nedikir ava kir.
Niha di van kêliyan de jî gelê Kurd li her deverê û herî zêde jî li Ewropaya navenda Komploya Navneteweyî ye li ser piyan e. Dîsa li Başûr û Bakur dengê piştgiriya bi Rojava re bilind dibe. Bi sedan ciwanên hêja yên Başûr, Rojhilat û Bakur li ser esasê seferberiyê berê xwe dan çeperên berxwedanê yên li Rojava. Şoreşger û welatparêzê giranbiha Ehmed Kerkukî di vê berxwedanê de tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû. Ehmed bû yek ji sembolên yekîtiya neteweyî ya Kurd bi sedê salan bi hesreta wê ne.
Bêguman diviyabû ciwanên me yên Ewropa hê zêdetir hatibana Rojava û amadekariyên xwe yên ji bo şer û parastinê pêş xistibana. Ciwanên fedayî îro di sengerên şer de gelê xwe diparêzin û destanên dîrokî dinivîsin. Ew egîd cihê xwe di nav gelê xwe de digirin. Rêber Apo di peyama xwe ta 27’ê Sibata 2025’an de got ku dema şer û tundiyê ji zû ve bi dawî bûye, dem dema Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.
Gelê Kurd zana bûye û bûye yek. Yên xwe ji me cuda bibîne wê têk biçe. Wê paye û rutbe jî li cem nîzamê têra wan neke û dê wan ji xezeba Kurdan rizgar neke. Divê pergala Sûriyeyê jî yên wiha qebûl neke û vîna Kurdan a komî hilbijêre. Ji ber wê hîn baştir û bi tenduristtir be. Wê çareserî jî baştir were pêkanîn. Ferdperestî, malbatperestî, êlperestî û parçeperestî Kurdan kesî rizgar nake. Yekîtî û hevgirtin wê Kurdan bibe serkeftinê.




