Yekîtî û berxwedan wê me bigihîne serketinê

Gaziyên şer diyar kirin ku li dijî êrîşên çeteyan ên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke mezin heye û gotin, “Divê were zanîn ku li hember şoreşa me êrîşeke plankirî heye. Lê em ê nehêlin ew plan bi ser bikeve. Bi yekîtiya gelê xwe û berxwedana xwe ya bi heybet em ê bi ser kevin.”
Êrîşên qirker ên li hember şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Bi hezaran çeteyên HTŞ, DAÎŞ û yên dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî nirxên gel dikin. Ji gaziyên şer Ezîme Zagros û Arjîn Kobanê têkildarî wan êrîşan û berxwedana tê meşandin nêrînên xwe anîn ziman.
‘Em ê tawîzan ji mafên xwe yên rewa nedin’
Gaziya şer Ezîme Zagros êrîş bi tundî şermezar kirin û got, “Ev êrîşên qirkirinê bi armanca tinekirina gelê Kurd bi awayekî pir alî tên meşandin. Careke din gelê Kurd ji xwe re kirine hedef û armanc. Hewl didin hemû gemarî û hesabên xwe bi van êrîşan veşêrin.”
Ezîmeyê bal kişand ser planên hêzên hegemon ên li ser herêmê û wiha dewam kir, “Sîstema kapîtalîst xwe bi krîz, kaos û şer li ser piyan digire. Rojhilata Navîn kirine gola xwînê. Di vê pêvajoyê de ku dixwazin herêmê ji nû ve dîzayn bikin, berê hemû çeteyan dane Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê. Çete û serkêşên wan ên heya duh di lîsteyên wan ên terorê de bûn îro kirine desthilat. Ev sîstemeke ewqasî ketî ye ku ti nirxekî mirovan li ber çavan nagire. Ji bo sîstema xwe li ser piyan bigirin tiştekî nekin nîne.”
Gaziya şer Ezîme Zagros diyar kir ku gelê Kurd ê bi salane bi hesreta jiyaneke azad e û ji bo vê gelek berdêl dane wê ti carî li hember êrîşan serê xwe netewîne û ev anî ziman, “Li dijî êrîşên çeteyan ên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke mezin heye. Gelê Kurd bi jin û ciwanên xwe berxwedaneke herî bi rûmet dimeşîne. Bila her kes zanibe ku em ê ti carî bi qasî zereyekê jî tawîzan ji mafên xwe yên herî rewa û însanî nedin. Vî gelî perwerdeya Rêber Apo dîtiye. Gelê Kurd ê qehreman ji Rêberê xwe fêrî berxwedan û têkoşînê bûye. Divê were zanîn ku li hember şoreşa me êrîşeke plankirî heye. Lê em ê nehêlin ew plan bi ser bikeve. Bi yekîtiya gelê xwe û berxwedana xwe ya bi heybet em ê bi ser kevin.”
‘Em ê van komplo, plan û êrîşan pûç bikin’
Gaziya şer Arjîn Kobanê jî bal kişand ser kiryarên qirker û hovane yên çeteyan û got, “Ev çeteyên ji gelek deverên cîhanê hatine xwedî hişmendiyeke herî paşverû ne. Berxwedana li hember wan çeteyan û alîgirên wan berxwedaneke meşrû, rewa û însanî ye. Cenazeyên şervanên me ji ser xaniyan diavêjin xwarê, serê welatparêzên me jêdikin. Di kîjan ol û baweriyê de tiştekî wer heye? Li hember wan êrîşan kesên bêdeng dimînin divê ji xwe û ji însaniyetiya xwe şerm bikin. Em ê ti carî destûr nedin kesên xwedî zîhniyeta kujerên kastîk hukim ser gelê me bikin.”
Arjîn Kobanê wiha dirêjî da axaftina xwe, “Gelê Kurd her li kîjan parçeyî be dibe hedefa kujerên kastîk. Lê pêwîst e her kes zanibe ku em ê van hemû komplo, plan û êrîşan pûç bikin. Şervan û fermandarên gelê Kurd îro li ser erk û peywirên xwe ne. Li eniyên berxwedanê ji bo keramet û rûmeta gelê xwe şer dikin. Em ê teqez serkeftinê misoger bikin. Me soza jiyaneke azad daye gelê xwe. Ji bo vê me gelek berdêl dane. Bila gelê me ji me bawer be, bi Rêbertiyeke azad em ê li welatekî azad bijîn.”




