Xwendina dîroka xwe naskirina pirsgirêka Kurd a neteweyî ye
Asya Weşûkanî

Ya rastî dema ku ez dîroka xwe ya neteweyî dixwînim hîn baştir dikevim zanebûna ku di dîroka me de çi bûyer hatine çêkirin, çi hatiye serê gelê Kurd û çawa bi demboriyê re bi temamî tevî xaka xwe hatine dagirkirin. Ewqasî zext, zordarî û tundiya ku li ser neteweya Kurd hatiye sepandin mirovan li xwe matmayî dihêle. Tekez hêja ye em vegerin dîroka xwe ya herî kevnar û hêz jê bigirin. Ji ber ku dîroka me weke Hurî, Mîtanî, Urartî û heya Med û Merwaniyan gelekî teyisîner bûye. Vî miletî ji gelên Rojhilata Navîn re pêşengtî kir, ew ji zilm û zordariya melîkê Asur rizgar kirine.
Lê mixabin piştî sedsala 18’an, bi êrîşên Îngilîz û Elmanan re û piştî her du şerên cîhanî gelê Kurd ji hêz ket û xiyanetê jî pişta wan şikand. Wiha li wan kir ku zû bi ser xwe ve jî nehatin. Tevî em li dîroka xwe vedigerin, em ti bûyereke wiha balkêş ya gelê Kurd nabînin. Li ti deveran nehatiye gotin ku Kurdan destdirêjî, neheqî, tundî û dagirkerî li ser xelkên herêmê kirine. Naxwe çima her neheqî û destdirêjî timî li ser gelê Kurd tê kirin? Dilnizmiya gelê Kurd û dilovaniya wan, xêr û xêratên welatê wan, nexasim jî dewlemendiya xaka Hîlala Zêrîn her bûye sedema ku di bin êrîş û talanan de bin.
Her çiqasî ev sedemên bingehîn nebin jî tevî ku Kurd xêrxwaz û mirovhez in jî weke tê dîtin di cîhana zalim, tundrew û cîhadîstan de cih û mekan ji miletekî weke Kurd re nayê peydakirin. Zalim, tundrew, talanger û kujerên kastîk careke din weke her carê di şerê xwe yê cîhanî de biryar girtine ku wê gelê Kurd bikin berxê qurbanê. Paşê jî wê wan û xaka li ser dijîn di nava xwe de parve bikin. Hêzên global û navendî ên hegemon di Şerê Cîhanê yê Yekê de gelê Kurd kirin qurbanî, welatê wan kirin çar parçe. Niha jî di destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de careke din heman cinawiran plan kirine ku Kurdan bikin fidye.
Lê divê were zanîn ku gelê Kurd qet ew Kurdên berê nînin. Tekez wê ji plan û projên wan keftaran re nebin armanc û hedef. Ji ber gelê Kurd hem xwe hem jî dost û dijminê xwe ji hev nas kiriye. Miletê me yê Kurd hew tê xapandin. Em weke Kurdên hemdem, zana û bîrewer êdî nabin zemînê lîstik û planên kujerên kastîk ên bi sedê salan e hemû hesab û kîtabên xwe li ser serê Kurdan didin safîkirin. Miletê me bûye weke teyrê ji qefesê derketiye û hew tê zeftkirin. Her çiqasî neyar û dijminên Kurdan di siyasetên xwe de xasûk û qurnaz jî bin jî wê miletê Kurd neyê xapandin. Êdî ti hîlê û fêlbaziyên wan dê neçin serî.
Tevî dijminên miletê Kurd hewl didin bi libasên dostaniyê wan bixapînin jî encam nayê girtin. Civaka Kurd her vîna xwe ya Kurdên hişyar û hemdem diparêze. Nayê taktîkên wan kujerên kastîk. Miletê Kurd êdî ji xapandin û qurbanîkirinê têr bûye. Hew kes pê dikare. Niha di nava van kêliyan de hemû Kurdên li dîasporayê tevî dost û hevalên xwe li kolanên Ewropayê dirûşman bilind dikin û dibêjin, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e.” Kurd li hevdu xwedî derdikevin. Jixwe xelkên me yên Nisêbînê sînor hilweşandin û derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Xelkên me yên Başûrê Kurdistanê jî qefle bi qefle derbasî Rojava bûn da ku keda xwe tevlî keda giştî Kurdan bikin.
Salên berê Deriyê Sêmalka dihat girtin û xendeq li ser sînoran dihatin çêkirin, îro ciwanên Başûr sînor derbas dikin û dibin yekpare. Ez bawer im partiyên me yên Başûr jî planên li ser me weke netewe fêm kirin û li gorî wê ketin tevgerê. Li gorî nêrîna min her mirov kengî rastiya neyar fêm bike, divê bikeve nav livûtevgerê. Rêber Apo weke her carê pêşbîniyên xwe parve kir û diyar kir ku Komploya Navneteweyî berdewam dike, hedef înkar û qirkirin e. Gelê, Kurd jî bersiv da Rêberê xwe û dest bi parastina rûmeta xwe kir. Gelê Kurd bi yekîtî û xwedîderketina li kerameta xwe wê serkeftinê qezenc bike. Wê ji tevahî mirovahiyê re jî bibe mînak û fenera rêya wan rohnî dike.
Gelê me tekez bi bawerî û yekîtiyê wê serketinê misoger bike. Wê ala azadiyê her tim bilind bike. Em weke neteweya Kurd her xwedî li rûmeta xwe derketine. Rêber Apo qedera me guhert, Kurdên hemdem çêkir. Bi fikir û felsefeya xwe Kurdên hişyarbûyî rêxistin kir. Ew Kurd îro li her cihî li ber xwe didin. Tekez divê hemû gelê me zanibe ku wer xweber, bê ked û bê têkoşîn tiştek bi dest neketiye. Ev tevahî destketî û şoreş berhema dewlemend a keda Rêber Apo ya zêdetirî 52 salan e.
Îro ew têkoşîna bêhempa berhem dide û wê bi serkeftinê tacîdar bibe. Wê gelê me bike yekpare û xwedî nasname. Ez bang li jin û ciwanên Kurd û Apoyî dikim ku werin bi hêz beşdarî şerê rûmetê bibin û serkeftinê qezenc bikin.




