Xelkê Kantona Firatê û gaziyên şer li dijî komkujiyên li peravên Sûriyeyê meşiyan

Şêniyên Kantona Firatê û gaziyên şer ji bo şermezarkirina komkujî û qetilkirina gelên li peravên Sûriyeyê, meşiyan.

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dezgehên Rêveberiya Xweser û xwendekar bi dirûşma “Na ji kuştina sivîlan re, erê ji bo Sûriyeya demokratîk” daketin qadan û meşiyan.

Meş ji Qada Jina Azad destpê kir, di meşê de li ser pankartan nivîsên “Na ji qetilkirina sivîlan re”, “Avakirina Sûriyê bi destê hemû pêkhateyan e”, “Aştî ji hemû pêkhateyan re”, “Na ji kuştina zarokan re” hatin hildan û dirûşmên “Bijî berxwedana QSD’ê” û “Berxwedana jiyan e” hatin berzkirin.

Meş heta Qada Aştiyê dewam kir, li wir deqeyek rêz hat girtin, pişte Berdevka Înisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî komkujiyên li peravên Sûriyeyê li dijî sivîlan pêk tên şermezar kir û diyar kir ku divê hesabê van komkujiyan were pirsîn.

Meş bi berzkirina dirûşma “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button