Weke Kemal û Xeyriyan mirov li ber xwe bide û bijî bi wate ye

Cûdî Cizîr

Jiyan çi ye? Mirov çawa digihîje  jiyanê? Ma mirov bi çi awayî jiyanê dijî? Jiyan di nava çi de veşartiye? Dibe ku jiyan di bedewiya kulîlkekê de veşartî be? Jiyan jiyan e, her tişt têde heye. Weke behreke pir kûr û mezin e.

Jiyana me gelekî xweşik e. Lê belê ji yên ji jiyanê hez dikin re xweşik e. Her kesek nikare vê jiyana me de weke bihuştê  bijî. Heke mirov pirsa afirînerê vê jiyanê kî  ye bike, wê bersiveke wer bê dayîn: Ya  yekem kesên li ber biharê dil vedikin, di nav zoriyan de hewl didin cîhaneke gelekî xweş ava bikin û bidin jiyandin. Ya duyemîn ew e bêteredud canê feda dikin. Ew evîndarên jiyana azad û şehîdên welatê me ne. Dîsa şopdanên şehîdan e yên hewl didin ji bo avakirina şoreşa zîhnî û wicdanî dibin afirînerê jiyana azad in.

Hebûna têkoşîna me hêviya gelê bindest e. Her weke evîndarên di dîroka Kurdistanê de derketin û neqşa evîna xwe bi şoreşa mirovatiyê pêş xistin. Ew evîndarên jiyana nûjen in, xwedî hêviyeke mezin in ku li ber ronahiya Rojê dimeşin. Rêber Apo bi têkoşîn, fikir û felsefeya xwe Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhan rohnî kir. Belê em jî evîndarên jiyanê ne. Ti  hêz nikare evîndarên jiyana azad ji hev qut bike. Heya em hebin em ê evîndarên jiyana azad bin. Fikir û ramanên Rêbertî ji bo me rêgez in û her tim jiyana me rohnî dike. Eger hebe jiyaneke birûmet, nebe jî di oxira wê de berxwedan û têkoşîn e. Rêber Apo bi germahiya fikir, felsefe û îdeolojiya xwe her cure paşverûtiyê dişewitîne, şoreşa zîhnî ava dike.

Bêguman mirov ji bo jiyana azad bijî, roj bi roj xwenûkirin pêwîst e. Jin di bin banê avahiya ji aliye Rêber Apo ava bûye  timî biharan dijîn. Dema mirov jiyanê dinirxîne, mirov digihêje heqîqetê. Mînak, Jiyan û mirin, du cêwî û du rastiyên bêyî hev nabin. Heqîqeta di her kêliyê de tê dîtine. Di her kêliyên jiyanê de hestên jiyan û mirinê  rastî hev tên. Lê her tim mirin di van mekanên pîroz ên berxwedanê de li hemberî jiyanê têk diçe. Ev di kesayeta şervan û milîtanên fedaî yên Apoyî de eşkere xuya dike.

Bi taybet jî yên berê xwe didin  jiyana  Rêber Apo lêgerînekê di asta pirtûkên pîroz de di kesayeta xwe de didin destpêkirin. Her kesê xwedî vê lêgerînê, teqez wê ber bi azadiyê de biçe. Weke lêgerên heqîqetê berdêl çi dibin bila bibin, em berê xwe didin jiyana azad û jêre bibin bersiv. Di vê lêgerînê de hevaltî, hezkirin, evîna azadiyê di asta herî jor de tê dîtin. Hevrê Kemal Pîr dibêje; “Em bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.” Weke Kemal û Xeyriyan mirov li ber xwe bide û bijî bi wate ye. Em ê li ser vî esasî bimeşin û li ber xwe bidin. Ji ber li ber dara jiyanê em ketin pey azadiyê. Em kedkarên jiyaneke tijî û dagirtî ne.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button