Wê serketin a gelê me be

Laleş Êzidî

Ev pêvajoya em di navê de di bihurin ew qasî hesas û girîng e ku ji her milî ve şer û alozî di rojeva gelên cîhanê de ne. Li seranserê cîhanê her diçe krîzên civakî, siyasî, aborî, çandî û şerê li heremê rû dide belav dibe. Ev şer û alozî ji her alî ve di rojeva dewletên serdest ên cîhanê û hêzên hegemon û de ne. Modernîteya kapîtalîst feraseta şer û qirkirinê ji bo xwe mîna tiştekî ji rêzê dibîne, dixwaze serdestiya xwe ya şerxwaz û berjewendiyên xwe li ser keda gelan bide domandin û temenê xwe dirêjtir bike. Yên herî zêde di wan şeran de berdêlan didin jî jin û ciwan in.

Bloka serdest a cîhanê ji bo dîzaynkirin û jinûve avakirina sîstema sedsaleke din di nava hewldan û berfirehkirina şer de ye. Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê, Îsraîl û Hîzbullaha Lubnanê de, berê şer dan Sûriyeyê. Ji bo parastina Îsraîl û hêzên global, bi desteka dewleta Tirk, HTŞ xistin tevgerê û careke din dest bi êrîşên li dijî rejîma Esed kirin. Piştî 61 salan desthilata Esed dan hilweşandin. Ji ber hebûna Rûsya, Îran û Hîzbullahê ya li Sûriyeyê ti kesî hêvî ne dikir ku rejîma Esed ew qasî zû ji desthilatê were xistin.

Rûsya ji ber şerê bi Ukraynayê; Îran û Hîzbullah jî ji ber êrîşên Îsraîlê hêza xwe ya di Sûriyeyê de winda kirin, lewma rejîma Esed bêyî berxwedaneke xurt nîşan bide hilweşiya. Piştî hilweşîna rejîmê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li hember herêmên di bin kontrola rêveberiya xweser û  desketiyên gel ên li ser esasê bîrdozî û paradîgmaya Rêbertiya me ava bûne ketin nava êrîşên tinekirinê. Bi hişmendiya qirkirin û jiholêrakirinê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe yên herî hovane hê jî didomînin.

Piştî êrîşên li ser Şehbayê û koçberkirina zêdetirî sed û pêncî hezar sivîlên ji Efrîna dagirkirî, dest bi êrîşên li dijî Minbicê hatin kirin. Niha jî li hember Bendava Tişrînê, Dêr Hafir û Pira Qereqozaxê êrîş bênavber didomin. Gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo silavkirin û xwedîderketina li berxwedana rûmetê berê xwe dan Bendava Tişrînê û bedena xwe kirin mertal. Lê dewleta Tirk a dagirker tehemulî berxwedana gel nake. Bi hemû dijwariya xwe bi balafirên şer û keşfê li dijî gel êrîşên hovane pêk tîne. Di wan êrîşan de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn. Gelên me tevî hemû êrîşan jî dest ji berxwedana xwe bernade. Bêguman vî ruhê berxwedêr ê civakî plan û hesabên dagirkeran û hevkarên wan xerab kirin. Tevî hemû hişyariyên Rêveberiya Xweser ên ji bo rê li ber êrîşên dewleta Tirk ên li hember sivîlan bên girtin jî hêzên navneteweyî û yên qaşo behsa mafên mirovan dikin xwe bêdeng kirine. Dewleta Tirk a dagirker û desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hewl didin bi şer û êrîşan temenê xwe dirêj bikin.

Di vê pêvajoya krîtîk de ku me têkildarî hevdîtin û tenduristiya Rêberiya xwe agahî bihîstin, ji bo me pir watedar bû. Bi ked û têkoşîn bi salan a Rêber Apo, partiya me û gelê me yên li her çar parçeyan û li derveyî welat, bi Rêbertiyê re hevdîtin pêk hat. Ev hevdîtina bi Rêbertiya me re hat kirin, ji bo me û hemû gelê me cihê kêfxweşî û mezinkirina têkoşînê ye. Lê dewleta Tirk a dagirker bi domandina şer dixwaze destketiyên me ji holê rake, têkoşîna me têk bibe, gelê me di qirkirinan re derbas bike.

Weke tê dîtin dest datîne ser şaredarên bi vîna gel hatine qezenckirin. Bi vî rengî hewl dide moralê gel xerab bike. Dewleta Tirk û desthilatdariya wê ya faşîst li gel şerê taybet û êrîşan bi şerê psîkolojîk jî dixwaze hêviya bi şoreşê, nirxên welatparêziyê ji holê rake, gel dûrî bîrdoziya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bike. Her wiha bi hatina Trump a desthilatdariyê re dixwaze DYA Û Ewropayê tevlî konsepta dijberiya Kurdan bike. Bêguman weke tê dîtin, gelê me bi têkoşîna xwe li dijî êrîşan û faşîzma dewleta Tirk û hevkarên wê derdikeve.

Ligel van xisûsan Iraq û PDK jî bi heman konsept û hişmendiyê nêzî gel, sazî, partî û dezgehên azadîxwaz dibin, saziyên ragihandina azad û jinan digirin. Bi vî awayî jî hevkariya polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker dikin. Di heman demê de rejîma Îranê ya li Sûriyeyê û Lubnanê gelek çeperên xwe yên stratejîk winda kirin, di hundirê welat de bi çavsorî êrîşî gel dike, cezayê îdamê li gelek çalakvan û şoreşgerên Kurd dibire. Bêguman dagirker çi jî bikin wê gelê me yê xwe bi bîrdozî û felsefeya Rêber Apo pêş xistiye, bi ser bikeve û bi xwe re wê hemû gelên herêmê rizgar bike.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button