Wateya Roja Aştiyê ya Cîhanê”

Selena Dêrik

1’ê Îlonê “Roja Aştiyê ya Cîhanê” hem di aliyê sedem û hem jî naveroka xwe de xwedî taybetmendiyeke bi wate ye. Di 1’ê Îlona 1939’an de dema Rêveberiya Almanya di destê Rejîma Faşîst a Hîtler de bû hêzên Almanya Polonya dagir kirin. Bi vî awayî Duyemîn Şerê Cîhanê jî dest pê kir. Di encama wî şerê ku 6 salan berdewam kir de 52 milyon mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan mirov birîndar bûn, seqet man, tax, gund, navçe û bajar ji holê rabûn; di heman demê de bi milyonan mirov bê cih û war man. Çi Yekemîn Şerê Cîhanê çi Duyemîn Şerê Cîhanê û di roja me de Sêyemîn Şerê Cîhanê ku rû dide, hêzên emperyalîst û pergala modenîteya kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe ew şer dan destpêkirin.

Ev Duyemîn Şerê Cîhanê di dîroka mirovatiyê de weke şerê herî bi xwîn û bêrehm hat terîfkirin. Lewma ji bo wek bersiveke ji hesret û hêviyên aştiyê re 1’ê Îlonê weke “Roja Aştiyê ya Cîhanê” tê pîrozkirin.

Her çi qas hesret, hêvî û daxwaza mirovatiyê aştî û jiyaneke bê êş û bê jan be jî pergalên serwer ji bo berjewendiyên xwe, guhên xwe ji wan xwestekên mirovan re digirin. Mînaka herî berbiçav rewşa li Rojhilata Navîn û bi taybet Kurdistan e.

Hêzên navneteweyî ji bo hîn zêdetir derfetên maddî bi dest bixin û bazarên nû ji modernîteya kapîtalîst re vekin, Rojhilata Navîn veguherandine gola xwîne. Di bin navê demokrasiyê de û şikandina hukmê dîktatoran de gelan berdidin hev, rê li ber şerên mezhebî vedikin.

Ligel wê bi salan e Rêber Apo ji bo pirsgirêka Kurd, bi rêyên aştiyane çareser bibe di nav hewldanan de ye. Rêbertî 27’ê Sibatê Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Tevgera Azadiyê li gor wê bangê gavên erênî avêtin.

Her kes dizane ku bi dehan salan e Tevgera Azadiya Kurdistan di pêşengiya Rêber Apo de dîrok û neteweyek ji nû ve zindî kir. Ev dîrok û netewe di roja me de ji bo mirovatiyê dibin rohnî û pêşengiyê dikin. Tevayî hewldan ji bo gihiştina aştiyeke bi rûmet û jiyaneke azad e.

Aştî, dema li hember hêzên dagirker, li hember zîhniyetên ku ji bilî bindestî û koletiyê layiqê gelan nabîne, têkoşîn were pêşxistin wê bi wate bibe. Lewma ji bo bidestxistina aştiyeke bi rûmet a pêwîst ew e di serî de jin û ciwan tevahî civak xwedî li banga Rêber Apo derkevin.

Roja Aştiya Cîhanê îfadeya hesreta ji cîhaneke bê şer, bê kuştin, bê zext û bê zilm e. Di heman demê  de rojeke wiha ye ku ev hêvî û hesret bi cur bi cur çalakiyan tên ziman e. Dengê xwe ji bo aştiyeke bi rûmet bilindkirin û ji bo bidestxistina aştiyê divê civak rêxistinbûna xwe pêş bixin û ji banga Rêber Apo bibin bersiv.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button