Vegera li Efrînê hesreta her Kurdekî li ser wê xakê welidiye
Gaziyê Şer Mazlûm Yildiz Efrîn...

Dema min dîmenê çûna Fermandar Mahmûd Xelîl (Siyabend Efrîn) a Efrînê dît hesteke pir xerîb hate min û rondik ji çavên min hatin xwarê. Ez bawer im di van kêliyan de her ferdek ji Efrînê biçûk yan jî mezin, jin yan jî mêr her kesî heman hest jiya.
Di wan kêliyan de min xwe di şexsê wî fermandarî de dît û min di xwe bi xwe re got, “Xwezî ez niha li ser xaka Efrînê bama. Min destên xwe daba wê axa bi bereket û bi rûyê xwe daba.” Ji ber ji sala 2018’an ve xaka me din lingên çeteyên gemar û kirêt de bû û dikir hawar.
Bi rastî ez ewqasî hestiyar bûm ku ez niha nikarim bi temamî wesif bikim û bînim ser ziman. Di heman kêliyan de xelkên Serêkaniyê û Girê Spî jî hatin bîra min. Min hêvî kir ku her kesê ji xaka xwe ya dayik dûr ketiye vegere ser xaka xwe û heman hestan bijî.
Li tevahî cîhanê, bi taybet li Rojhilata Navîn û Kurdistana şêrîn bi salane şer û pevçûn hene. Bi hezaran mirov ji welatê xwe dûr ketine. Yên herî zêde ji welat, bajar û gundên xwe dûr ketine jî gelê Kurd e. Ji ber her li ser wan tundî û zilma dagirkeran heye.
Vegera li Efrînê hesreta her Kurdekî li ser wê xakê welidiye û gelekî baş e niha wê xelkên Efrînê vegerin warên xwe. Li ser xaka xwe bijîn û wê hênaseke rehet û azad bikişînin. Bi qasî bi gelê Efrîn û Serêkaniyê re, ewqasî jî dilê min bi her kesên ku ji warên xwe dûr dikevin re dimîne. Xelkên Filistînê jî bi qasî me; êş û jan dîtine. Li ser xaka xwe bûne biyanî, têne kuştin û girtin.
Ez ji hemû xelkên me yên Efrînê re dibêjim ku qîmetê xaka xwe zanibin, warê xwe pir baş biparêzin. Pêwîst e em xwedî li hev derkevin. Ji ber ne dijmintî û ne jî şer û tundî xelas bûye. Pêwîst e em hemû bi hev re têkoşîna bidawîkirina şer û tundiyê pêş bixin.
Careke din vegera gelê Efrînê yê li xaka xwe ya pîroz dikim, serkeftinê ji wan re dixwazim. Me bi saya têkoşîna Rêber Apo hebûna xwe nas kir. Lewma em deyndarên Rêberê xwe ne. Bi xwedîderketina li keda Rêber Apo, şehîdan û gaziyên şer em ê tekez welatekî azad ava bikin.




