Vê carê hibra pênûsa min ji agirê çekan e
Gulbend Efrîn

Efsane û destan rengê xwe bi berxwedanê çawa diguherin! Komeke şoreşger li hevdu kom dibin û ji neçarî wê serî li çekê bidin. Lê mixabin ne çek, ne jî kesekî di nav wan de ji çekê fêm bike hebû. Lewra piştî hewldanek mezin û demeke dirêj çekek peyda kiribûn û ji kêfxweşiyê nema dizanîn çi bikin.
Dema endamên komê li hev dicivin yek ji wan bi dengekî bilind bang dike, “Hevalino, hevalino kî ji çekan fêm dike? Em ê perwerdeya çekê bibînin.” Dema ev heval vê gotinê dike û ji hevrêyên xwe vê pirsê dike, armanc ne tenê perwerdeya çekê ye. Ew dixwaze çalakiya peydakirinê çekê bibe wesîleya moral û manewiyata gava mezin a têkoşîna çekdarî.
Dema hevalên komê vê agahiyê dibihîzin, destpêkê matmayî dimînin, piştre jî dikevin nav coş, kelecan û hesteke pir bilind. Di vê kêliyê de her kesî dixwest ji çekê fêm bike da ku fêrî hevrêyên xwe bike. Di nav komê de yek dibêjê, “Ez fêm dikim heval.” Awir bi heyecan dizîvirin cihê deng jê tê. Ew dengê hevrê Alî Dogan Yildirim e. Hevrê Alî Dogan berê çek bi kar neaniye, lê bi awayekî teorîk jê fêm dike.
Heval Alî Dogan Yildirim bi kelecaneke mezin dest bi perwerdeyê dike. Dema hevalên xwe fêr dike, pir bi coş û kelecan e. Lê mixabin di dema perwerdeyê de bi qezaya çekê şehîd bibe. Ji bo hevalê Alî Dogan merasîmeke bi heybet tê lidarxistin.
Merasîma 11’ê Tîrmehê ya 30 gerîlayên li ser esasê banga Rêber Apo ya ‘Êdî çekan erka xwe bi cih anîn. Dawiya çekan hatiye û êdî li ser esasê civaka demokratîk siyasetê bikin,’ çekên xwe diyarî agirê azadiyê kirin jî pir bi heybet bû.
Belê, Fermandar û şervanên azadiyê yên ji pala çiyayan ber bi dika merasîmê ve dihatin, bi disîplîna xwe û daxuyaniya dan, bala hemû cîhanê kişandin. Wêrekî, xweşikbûn û heybeta wan cîhan, dîrok û her kes matmayî hişt. Çekên xwe kirin wê qazana servekirî û diyarî agirê azadiyê kirin.
Diyar dikirin ku çawa her tim şehîdên xwe dispêrin dilê xwe, axa welat û çiyayên azad, îro jî çekên xwe diyarî agirê azadiyê dikin da ku kuştin bisekinin. Êdî ne bi çekan, bi pênûsa ji hibra xweliya wî agirî wê têkoşîna xwe bilind bikin. Lewma vê carê hibra pênûsa min jî ji agirê çekan e.
Ev kom, hevalên canbexşên weke Asya û Rojger in. Wêrekiya wan jî ji heman dil û cihî ye. Ev kom, hevalên Bêrîtan in ku ji bo çeka wê nekeve destê xayîn û nokeran destpêkê dişikîne û paşê xwe ji tehtê diavêje. Ev dîmen, ev kom, ev melekên azadiyê, bedewtirîn mirovên herî bi rûmet in. Her yek ji wan ne wekî leşkerên şeran, ne weke desthilatdaran in; weke zanyarên felsefeyê, fikir û ramanan in. Her wiha helbestvan û hunermend in xweşikiya jiyanê vedibêjin.
Belê! ew bi xwe weke wênekêşên heqîqetê bûn. Û tenê bi melekên bedewtirîn û xwedawendên çiyayan aştî dikare bibe behra mirovatî û dîrokê.