Ti kes nikare vê şoreşa bi rengê gelan ava bûye ji holê rake
Serhildan Hesekê

Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19’ê Tîrmeha 2012’an dest pê kir, heya roja me ya niha her siyaseta dewleta Tirk a tevlîheviyê berdewam dike. Ji ber çavên wê timî li ser dagirkirina Rojava û Sûriyeyê ye. Ji bo di wê siyaseta xwe de serkeftinê qezenc bike, her taktîk û rêbazî bi kar tîne. Hemû xema wan ew e xak û welatê bi dehan gel û bawerî têde dijîn bixin bin dagirkeriya xwe.
Weke em hemû jî dizanin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji destpêka şoreşê ve timî gelên herêmê parastine. Piştî serkeftina şoreşa Rojava, rêveberiya gel weke rêveberiya xweser xwe bi nav kir ava bû û dest bi kar û xebata xwe kir.
Rêveberiya xweser jî xwe bi rengê saziyên sivîl, bi rêk û pêk kir, têkoşîna xwe roj bi roj berhemdartir kir û belavî her derê kir. Rêveberiya xweser a li ser bingehê rêvebirina demokratîk xebatên xwe dimeşîne, ji serkeftinên şoreşê dewleta Tirk pir aciz dibe. Hewl dide pergala rêveberiya xweser ji holê rake xwe li herêmê bi cih bike. Dema dewleta Tirk dibîne ku rêveberiya xweser pêş dikeve, xelkên Rojavayê Kurdistanê roj bi roj tên rêxistinkirin û pêngavên mezin têne avêtin, aciz dibe. Lewma dikeve nav planên xerab.
Dema Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya niha weke Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tê binavkirin û hembêzkirin, her çû li ser esasê fikir û ramanên Rêbertî xwe rêxistin kir. Gel xwedî li şoreşê derket, bi hezaran ciwanên fedaî û dilsoz di nav refên YPG-YPJ’ê de bi serbilindî cihê xwe girtin. Berhema wê têkoşînê ye ku şoreş bi ser ket û hêzên hov ên DAÎŞ’ê bi bin ketin, têkçûn û serkeftin hate bidestxistin. Lê weke tê zanîn piştî tevahî komên êrîşkar ên weke DAÎŞ’ê û hwd. hatin şikandin, dewleta Tirk bi xwe dest bi êrîşên li hember şoreşa azadiyê kir.
Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk li hember rêveberiya xweser çiqasî bi hêrs û kîn e. Jixwe dewleta Tirk di dîrokê de timî bi dijminatiya xwe ya li hember gelê Kurd, Ereb, Asurî-Suryan û Ermen tê nasin. Li hember wan gelan bi sedan komkujiyên herî hovane pêk aniye. Vaye ji bo tevî wan hemû komkujiyan jî ew gelên qedîm li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî azad û wekhev dijîn hêrs dibe û dixwaze vê şoreşa pîroz û bilind ji holê rake. Lê divê were zanîn ku wê ti kes nikaribe vê şoreşa bi rengê gelan ava bûye ji holê rake.
Rêber Apo têkoşîna xwe ya ji bo çareseriya aştiyane û civaka demokratîk bi coş û îradeyeke bêhempa têkoşîna xwe berdewam dike. Ji sedî sed wê paradîgmaya Rêbertî ya hemû gelan, baweriyan û jinan digire nav xwe wê bi ser keve.
Yên Rêber Apo nas dikin û ew fêm kirine dizanin wê qet gavan jî paşde navêje. Helbet milîtan, kadro, jin û gelên dildarên Rêbertî jî wê timî di xeta Rêbertî de bimeşin û pade gavan neavêjin. Kesên xwe di serketinê de kilît dikin, ti astengî û bendan nas nakin.
Li beramberî serkeftina şoreşê û hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareseriyê divê dewleta Tirk jî xwe biguhere, ji bo entegrasyona demokratîk xwe amade bike, gavên erênî û berbiçav biavêje. Dîsa pêwîst e HTŞ’ya piştî hilweşîna rejîma Baas li Şamê hikûmet ava kir jî di xwe de guhertin û veguhertinan çêbike.
Em hemû jî dizanin ku hêzên QSD’ê ji yekîtiyê re amade ne. Lê divê hikûmeta Şamê jî amade be. Jixwe 10’ê Adara 2025’an di navbera QSD’ê û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de peymanek ji 8 xalan hate îmzekirin. Niha jî hevdîtin berdewam dikin. Lê wer tê dîtin ku hikûmeta veguhêz teqlîda rejîma Baas bike. Bêguman tevahî gel û baweriyên cuda yên li Sûriyeyê vê qebûl nakin.
Pêwîst e serokê hikûmeta veguhêz Ehmed El Şera û desthilata wî jî dest ji navendkirina xwe berdin û pergala demokratîk çêbikin. Eger wer nebe teqez wê aqubeta wan ji rejîma Esed cudatir nebe.




