Ti kes nikare ruhê berxwedêr têk bibe


Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr anî ziman ku wê ti kes nikaribe ruhê berxwedêr ê fermandar û şervanên azadiyê têk bibe û got, “Berxwedana Rojavayê Kurdistanê careke din nîşanî her kesî da bê em xwedî baweriyeke çiqasî xurt û mezin in.”
Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û Gaziya Şer Gulçîn Xoşmêr têkildarî berxwedana li Rojavayê Kurdistanê ya li hember çeteyên Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk nêrînên xwe anî ziman.
Gulçîn Xoşmêr di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, “Di şexsê fermandara me ya mezin Sîdar Efrîn de ez hemû şehîdan bi bîr tînim. Bejna xwe li hember hemû pakrewanan ditewînim. Wan çeleng û bazan heya hênaseya xwe ya dawiyê li ber xwe dan. Bi biryardarî û hestên bilind ên neteweyî û mirovî şer kirin. Ev şerekî di navbera tarîtî û rohniyê de ye. Ew hêzên tarî û paşverû bi hezaran çeteyan û piştgiriya dewleta Tirk êrîşî herêmên me dikin.”
Gaziya şer Gulçîn bal kişand ser êrîşên hovane yên çeteyan û wiha axivî, “Her kes dibe şahid ku ew hov çawa êrîşî xelkên sivîl dikin. Bêguman ji ber wan êrîşên bêbext bi dehhezaran welatiyên me ji cih û warên xwe bûn. Di nav wan de bi sedan zarok, jin û ciwan şehîd bûn. Hê jî aqûbeta gelek kesan diyar nîne. Li hember wan hemûyan divê weke jin û gel em timî li ser piyan bin. HTŞ’ê bi van êrîşan rûyê xwe yê qetlîamker dubare nîşan da. Li beravên Sûriyeyê û Siwêdayê jî bi hezaran mirovên sivîl qetil kirin.”
Endama FGBRS’ê û Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr wiha domand, “Bêguman berdêlên azadiyê giran in. Gelê me bi salan e bi hesreta jiyaneke azad û wekhev e. Em ê vê jiyanê ji sedî sed ava bikin, diyarî hemû jinan û gelê xwe bikin. Wê ti kes nikaribe ruhê berxwedêr ê fermandar û şervanên azadiyê têk bibe. Berxwedana Rojavayê Kurdistanê careke din nîşanî her kesî da bê em xwedî baweriyeke çiqasî xurt û mezin in. Bi vê wesîleyê sersaxiyê ji malbatên me yên şehîdan re dixwazim. Ji hevalên me yên birîndar re şîfaya lezgîn dixwazim. Bila gelê me ji me bawer be. Em ê doz û armanca hevalên xwe yên şehîd bi serketinê tacîdar bikin.”




