Ti hêz wê nikaribe berxwedana me rawestîne

Qehreman Têkoşer

Tişta îro li ser gelê Kurd û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê tê ferzkirin ne tenê înkar, yekser qirkirin e. Dijminên me pir in û hemûyan li hember me xwe kirine. Dixwazin tevahî destketî û nirxên gelan di nav xwe de parve bikin. Lê wê ti carî negihijin mirad û meqsedê xwe. Heya em hebin, wê  berxwedana me jî bidome.  Çi dibe bila bibe û em ê li ber xwe bidin. Şîara me “Berxwedan Jiyan e, Bijî Berxwedana Rojava” îro li hemû cîhanê deng vedaye. Me weke xelkên Rojava biryar daye serketina xwe misoger bikin. Ti hêz wê nikaribe berxwedana me rawestîne.

Pir zelal diyar dibe ku Hêzên Koalîsyona Navdewletî careke din mîna sala 2019’an li Serêkaniyê û Girê Spî kir, dîsa ew bêbextiya xwe di vê merheleya em niha rastî êrîşên pir hovane tên dubare kir. Me ji bo tevahiya mirovatiyê şer kir. Me çeteyên qetlîamker ên bibûn bela serê cîhanê tesfiye kirin. Lê îro ji bo berjewendiyên xwe li hember wan êrîşan xwe tiştekî nakin.

Çeteyên HTŞ’ê, DAÎŞ’ê û yên dewleta Tirk li hember gelê Kurd ê yek ji gelên herî qedîm ê wan axan e bûne yek.

Lê divê were zanîn ku heya yek ji me jî bimîne em ê berxwedana xwe ya rûmetê bidomînin. Bi hezarê salan e ti hêzan û êrîşkaran nikarîn gelê Kurd ê serbilind tine bike. Wê dîrok careke din şahidiyê ji nû ve vejîna Kurdan re bike. Vê carê jî em ê ji berê xurttir bibin û doza xwe ya azadiyê berdewam bikin û bi serketinan tacîdar bikin.

Bêguman êrîşeke mezin li ser me heye. Lewma tevahî gelê Kurd bi jin, ciwan, dayik, bav û îxtiyarên xwe pêwîst e hişyar bin û beşdarî berxwedana rûmetê bibin.

Îro ji her demê zêdetir Kurd û dostên wan bi îrade û baweriyeke mezin piştgiriya xwe ya ji berxwedana li hember van êrîşên bi dijwarî didomin nîşan didin.

Li ser vî esasî pêwîst e tevahî gelê me sînorên dagirkeran xêz kirine mîna ciwanên Nisêbîna rengîn hilweşînin û berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê.

Ti hêz ji îrade û qeweta gel mezintir nîne. Lewma ji bo şikandina wan êrîşên bêbext hewce ye em tevlî seferberiya li Rojava hatiye ragihandin bibin. Em ê bi berxwedan û têkoşînê ji sedî sed bi ser bikevin. Li ser vî bingehî weke gaziyekî şer ez tevahî heval û hevrêyên xwe yên di nav vê berxwedana dîrokî û pîroz de cih digirin silav dikim.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button