Ti carî em ê dest ji nirxên bi xwîna şehîdan ava bûne bernedin

Delîl Dawid Şêxo

Ji destpêka ketina Rejîma Sûrî û lihevkirina 10`ê Adarê ya di navbera QSD`ê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de rewşa herêmê baş zelal nebûye. Destên veşartî û xerab hene ku hîn zêdetir tevlîheviyan dikin. Ew hêz naxwazin lihevkirin çêbibe. Ji wan a sereke jî dewleta Tirk e ya armanca wê dagirkirin e. Hin dewletên hegemonîk ên her li pey berjewendiyên xwe ne jî di vê tevlîheviyê de rol digirin. Ew hêzên navendî li pey feydeyên xwe ne. Hewl didin her tiştî li gorî xwe bimeşînin. Ew hêz her hewl didin şer û nakokiyan di nav gelan de kûr bikin.

HTŞ’ya piştî hilweşîna rejîma Baas xwe kir desthilat, di bin siya wan hêzan de tevdigere û bêyî wan ti gavan navêje. Serokê HTŞ’ê Colanî xwe ji wan re dadixe da ku jê razî bin. Ew çi dibêjin weke wan dike û dibêje, “QSD parçebûna Sûriyeyê dixwaze.” Lê tê zanîn ku QSDji destpêkê ve parçekirina Sûriyeyê naxwaze. Berevajî wê çareseriyeke siyasî ya dûrî şer dixwaze. QSD bi armanca Sûriyeke demokratîk a hemû gel û bawerî karibin bi azadî xwe îfade bikin, bi xwişk û biratî bijîn têkoşîn dike.

Pêwîst e were zanîn QSD Sûriyeyeke azad, demokratîk û sîstemeke nenavendî dixwaze. Ango pergaleke maf û nirxên hemû pêkhateyan diparêze dike armanc. Ji ber Sûriye ji gelek pêkhateyan pêk tê. Lê HTŞ mîna rejîma Beşar dixwaze tekperestiyê û fikra xwe ya qet ne li gor xwezaya Sûriyeyê ye ferz bike.

Lê pir baş diyar dibe Tirkiye polîtîkaya xwe li ser HTŞ’ê disepîne. Ji ber hemû siren HTŞ’ê dizanin. Lewma diyar nîne wê rewşa herêmê ber bi ku derê ve biçe. Hikûmeta demkî ya li Şamê her li pey dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe ye. Ji hêla Tirkiyeyê ve jî li hember gel û baweriyan tê sorkirin. Çeteyên HTŞ’ê di êrîşên li hember Beravên Sûriyeyê û Siwêdayê de bi sedan mirovên sivîl qetil kirin. Eger firsendê bibînin wê berê xwe bidin herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî. Lê divê her kes zanibe ku wê şervanên parastina rûmeta gelan û baweriyan dikin firsendê nedin wan çeteyên hov. Weke gaziyên şer jî ji bo parastina gelên xwe em ê bi rola xwe ya dîrokî rabin. Em ê li ser esasê bibin layiqî Rêber Apo û şehîdan têkoşîna rûmetê bêteredut bimeşînin.

Rêber Apo Sibata 2025’an bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk  re pêvajoyeke nû da destpêkirin. Ev pêvajo ji bo her çar parçeyên Kurdistanê derbasdar e. Dîsa Rêbertiya me di peyama xwe ya sersalê de jî îşaret bi Peymana 10’ê Adarê kir. Ev peyam eşkere nîşan dide ku Kurd û dostên wan alîgirên aştî, xwişk û biratiyê ne. Em ji Rêbertiya xwe û gelên we piştrast in.

Di dawiyê de jî dixwazim bêjim ku bila dinya û alem jî zanibe em ê qet dest nirxên xwe yên bi xwîna bi hezaran şehîdan û gaziyan ava bûne bernedin.  Ji bo parastina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gel û baweriyan em her tim amade ne.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button