Tevî her tiştî îrade û baweriya bi doza gelan heye

 

 Hesen Newaf

Ji bo serketina her karekî şoreşgerî, rê bi hevrîşimê nayê girtin. Belkî, şoreşger bi dijwarî û astengiyan re rû bi rû dimînin û li ser stiriyan dimeşin. Lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir nirxên giranbuha hatin dayîn. Gelek mirovên hêja şehîd bûn, gelek bûn birîndarên şer û gazî.

Êrîş û bombebarana bêserûber û tund a bi niyeta terorîstî û xerab, bi giştî li ser Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hê jî berdewam e.

Tevî van kiryarên terora dewleta Tirk, gelê me ji sedî 35’ê erdnîgarî, aborî û ewlekariya welat parastiye. Ji bo dilsoziya bi van fedakariyan û xwîna şehîdan re divê em destketiyên ava bûne biparêzin.

Şoreş bi fedakarî û xwîna hatiye dayîn hat bidestxistin da ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê yên li ser malên xwe, di nava ewlehiyê de bijîn, nehêlin çeteyên kirêt û terorîst derbasî vê herêmê bibin, rûmet û azadiya gelê xwe biparêzin.

Mixabin hinek kesên koçî Ewropa û Amerîkayê û hwd kirine. li gorî şert û mercên xwe yên taybet, hincet û îdîayan pêş dixin. Li hember heval, xelk, xwişk û birayên xwe yên ji bo parastina gel, mal û milkên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin û têkoşînê dikin bi dijmin re dixebitin. Armanca wan tinekirina şoreşê û bidawîkirina wê ye. Lewma bûne barek, hewl didin zirarê bidin gelên me.

Weke her kes dizane encama dorpêçkirina dewleta Tirk, rejîmê, PDK’ê û şaneyên hundirîn ew e, li herêma me aramî û pêşketin çênebin.

Lê belê tevî her tiştî îrade û baweriya bi şoreşê û doza gelan e heye. Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî hemû êrîş, zext û hewldanên serketinan ava dike û wê ava bike.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button