Tevgera Azadiyê tevgera tolhildanê ye

Gelî Serhed

Dîroka Kurdistanê ya herî nêz digihîje 1900’î. Dema mirov li wê dîrokê vedigere û temaşe dike mirov hîn baştir heqîqeta siyaseta dagirkeran dibîne. Her tim ba û bahoza şer û fermanek mezin li ser welatê Kurdan çêkirine. Gelê Kurd di wan pêlên şer de gelek qurbanî û wendahî dane. Bi malkambaxiyeke, mezin re rûbirû mane. Jixwe di serhildanên şêx, mîr û begên Kurdan ên salên 1925, 26, 27 heya 1937 û 1938’an bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin û sirgûnkirin.

Ji nîvê salên 1970’an ve bi derketina holê ya Tevgera Azadiyê re gelê Kurd ji nû ve serî li hemberî dagirker û kujeran rakiriye. Vejîna Tevgera Azadiyê ya di pêşengtiya Rêber Apo de gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir. Xeyalên salên dûr û dirêj ên gelê Kurdistanê zindî kir.

Bêguman têkoşîn û vejîna Tevgera Azadiyê bala dinyayê bi tevahî kişande ser xwe. Yek ji jî avabûna Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Ew jî berhema berxwedana Rêbertî û Tevgera Azadiyê bû. Bêguman di wê şoreşê de Tevgera Azadiyê û gelê Kurd firsenda dîrokî ya derketibû ser dika dîrokê dîtin. Tevgera Azadiyê bi hemû enerjî û hêza xwe, bi berxwedaneke bêhempa qedera dagirkeran ji bo gelê Kurd xêz kiribû ji holê rakir.

Dewleta Tirk ji bo destketiyên gelê Kurd ên li Rojava ji holê rake her cure rêbazên kirêt kir dewreyê.
Destpêkê hêzên çete yên tundrew ên weke Ceyşil Hur, Cephet El Nusra, Lîwayî Tewhîd, Grûbên El Şam, Ketîbe El Faruq û herî dawî jî DAÎŞ şand ser gelê Kurd û şervanên azadiyê.

Lê belê dewleta dagirker a Tirk ji bîr kiribû ku keç û xortên azadîxwaz ên li dibistanên Rêber Apo perwerde dîtine, weke şervanên Şêx Seîd, Seyîd Riza têkoşîn dikin û bi ruhekî fedaî li hemberî çeteyan di nav berxwedanê de ne. Ew şervanên Kurd û şervanên Îhsan Nûrî Paşa ne yên bi qehremanî şer dikin û heya serketinê misoger bikin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Ew hêzên dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadiyê dan şerkirin yek bi yek tarûmar bûn. Bêguman Tevgera Azadiyê di heman demê de bi kadro û milîtanên xwe tevgera tolhildana Şêx Seîd, Seyid Riza, Qazî Mihemed û Îhsan Nûrî Paşa ye. Ev tevger ji bo tola êşên ku dewleta Tirk bi ejdanên me dane kişandin rake, ava bûye. Di pêşengiya Rêber Apo de ev li Rojava Kurdistanê gihiştiye asta herî bilind a serketinê.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button