Tenê Rêber Apo dikare aştiyê pêkan bike

Gaziyên şer ên têkildarî Roja Aştiyê ya Cîhanê nêrînên xwe anîn ziman gotin, “Aştiya sermayedar qala wê dikin vala ye. Tenê Rêber Apo dikare bi fikir û ramanên xwe aştiyê pêkan bike.”
Roja Aştiyê ya Cîhanê ya îsal jî ku bi agahiyên şer û pevçûnên li gelek herêmên cîhanê hat pêşwazîkirin, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji bo li tevahiya herêma Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû ya aştî û demokrasiyê pêş bikeve, hêvî xurt kirine. Gaziyên şer ên di şerên li dijî dagirkeriyê û çeteyan de berdêlên giran dane, ji wan kesan in ku herî zêde wateya azadî, wekhevî û aştiyê dizanin.
Ji gaziyên şer Zarîn Kobanê û Gulçîn Xoşmêr bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
‘Di şer û pevçûnan de herî zêde zarok û jin mexdûr dibin’
Gaziya şer Zarîn Kobanê ya di destpêka axaftina xwe bal kişand ser hewldanên Rêber Apo yên ji bo pirsgirêk bi rêyên siyasî çareser bibin got, “Rêber Apo bi dehan salan e ji bo em bigihîjin azadiyê û aştiyeke bi rûmet têkoşîn dike. Îro li tevahiya cîhanê hêzên serwer ji bo berjewendiyên xwe şer sor dikin û gelan berdidin hev. Di wan şer û pevçûnan de jî herî zêde zarok û jin mexdûr dibin.”
Zarînê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Tevgera Azadiyê ya Jinan û wiha axivî, “Jinên Kurd bi têkoşîna Rêber Apo pêş xist, ji qada eskerî heya siyasî ji bo azadiyê berxwedanê dimeşînin. Jinên Kurd di roja me ya îro de ji her alî ve ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bûne mînaka azadî, wekhevî û aştiyê. Kesên berdêl didin dizanin bê şer jî û aştî jî tê çi wateyê.”
Gaziya şer Zarîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Rojane jin di nav malan de, li kolanan, zanîngehan û hwd. gelek qadan têne kuştin. Ev êrîşên bîrdozî ne û hişmendiya mêrperest û desthilatdar hewl dide ruhê azadî, demokrasî û wekheviyê yê li cem jinan bikuje. Ev pergala kujer dixwaze cîhanê bike cîhaneke tundrew û qatilan. Ez jî dibêjim em weke jin divê têkoşîna xwe xurt bikin. Jixwe Rêber Apo ew rol û mîsyon daye me jinan. Hewce ye em xwe rêxistin bikin û aştiya Rêbertî projeya wê daniye holê pêk bînin.”
‘Em dizanin bê aştî ji bo mirovatiyê çiqasî bi qîmet e’
Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr jî anî ziman ku dîsa di pêvajoyeke ku li gelek deverên cîhanê şer, êrîş û kuştin hene Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşwazî dikin û got, “Ji Ûkrayna, heya Xezayê li gelek herêman şer û pevçûn bi dijwarî didomin. Bi deh hezaran mirovên bêguneh di wan şerên dijwar de jiyana xwe ji dest dane. Ev rewş ji bo tevahiya mirovatiyê şermeke mezin e.”
Gulçîn Xoşmêr anî ziman ku eger li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li ser esasê banga Rêber Apo aştiyeke bi rûmet pêk were dê ev bandorê li ser tevahiya herêmê jî bike û wiha dewam kir, “Rêber Apo zêdetirî 50 salî ye bênavber têkoşîn dike. Divê mirovahî baweriya xwe bide pêşengtî û serkêşiya Rêber Apo ya ji bo aştiyeke mayînde. Em dibînin di vê serdema ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi hemû tundiya xwe didome, Rêber Apo Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev ji bo tevahî jinan û civakan weke diyariyeke herî pîroz e. Weke gaziyên şer jî ku me ji bo azadiya gelên xwe berdêl dane, em dizanin bê aştî ji bo mirovatiyê çiqasî bi qîmet e. Lewma divê em ji dil û can beşdarî vê pêvajoyê bibin.”
Gaziya Şer Gulçîn Xoşmêr axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Aştiya sermayedar qala wê dikin vala ye. Tenê Rêber Apo dikare bi fikir û ramanên xwe aştiyê pêkan bike.”