Têkoşîna Rêbertî ji hemû gel û jinan re hêviya azadiyê ye

Gaziya şer Eylem Qamişlo anî ziman ku di pêvajoyeke ku kesî nedikarî peyva Kurd û Kurdistanê bi lêv bike Rêbertî pêngaveke xurt pêş xist û got, “Li hemberî qirkirin û înkara li ser gelê Kurd Rêber Apo dest bi têkoşînê kir. Îro ev têkoşîn ji bo hemû gelan û jinan bûye hêviya azadî û wekheviyê.”
Gaziya şer Eylem Qamişlo têkildarî guhertin û veguhertinên bi têkoşîna Rêber Apo pêk hatine nêrînên xwe bi me re parve kirin.
Eylem Qamişlo bal kişand ku piştî avabûna Komara Tirkiyeyê li ser hemû gelên li Anatolyayê polîtîkayeke înkarê ya mezin hat meşandin û got, “Bi taybet bi destûra bingehîn a 1924’an re rayedarên dewletê dest bi avakirina pergaleke tekperest kirin. Xwestin her kesî bikin Tirk. Li hember wê serhildanên Kurdan dest pê kirin, lê ji ber yekîtiyeke xurt nebû şikestin. Li dû wê jî komkujî, sirgûn û polîtîkayên herî dijwar ên asîmîlekirinê hatin pêş xistin.”
Gaziya şer anî ziman ku piştî salên 1960’an jî li Kurdistanê bi lez pergala kapîtalîst û rêbazên Tirkkirinê hatin meşandin û wiha axivî, “Merheleyeke wer pêş ket ku êdî kesî newêrîbû bi zimanê Kurdî biaxive. Rêber Apo ku ji wê qonaxê re şahidî kir. Ket nav lêhûrbûnên têkoşîneke ku vî gelê serberjêr diçe rizgar bike û di nav civakên pêşverû de cihekî ji wan re çêbike. Di pêvajoyeke ku kesî nedikarî peyva Kurd û Kurdistanê bi lêv bike Rêbertî pêngaveke xurt pêş xist û got, “Li hemberî qirkirin û înkara li ser gelê Kurd Rêber Apo dest bi têkoşînê kir. Îro ev têkoşîn ji bo hemû gelan û jinan bûye hêviya azadî û wekheviyê.”
Eylemê da xuyakirin ku di nav pergalê de jiyaneke nahêle mirov xwe nas bike li ser mirovan tê ferzkirin û ev xisûs anî ziman, “Bi têkoşîna Rêbertî pêş xist, jina nikarîbû ji mala xwe derkeve, derket çiyayan. Bi lehengiyeke herî muezem şer kir. Li qadên siyasî jî jin bûn pêşeng û rêveberên civakê. Jinan berê digotin, ‘Bav, bira yan jî hevjînên me, me diparêzin.’ Bêguman ev xwexapandineke mezin bû. Mêrê li hember eskerek û polîsekî dagirker nikarî dengê xwe derxe wê çawa karibe jinê biparêze.’ Îro jin bi hêza xwe ya cewherî bi bîr û baweriyeke mezin bûn xwedî artêş û li her qadên jiyanê bi awayekî herî serketî kar û xebatan dimeşînin.”
Eylem Qamişlo destnîşan kir jinan bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ev rol û mîsyona xwe derxistine asta herî bilind û wiha dewam kir, “Rêber Apo bi fikir û felsefa xwe neteweya Kurd û jin hişyar kirin. Gelên herêmê yên Ereb, Asûr, Suryan, Ermen û Tirkmen jî îro li ser esasê fikrên Rêbertî xwe bi rêxistin dikin. Her kes dizane ku pergala dewletan azadiyê nade gelan.”
Têkildarî pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin jî gaziya şer Eylem wiha got, “Weke gaziyên şer û jinên azadîxwaz em bi bang û pêvajoya Rêberê xwe re ne. Em ji Rêbertiya xwe bawer in. Ji bo dawî li şeran were, hemû gel û bawerî bêyî bikevin nav fikarên ewlehiyê bi azadî û wekhevî bijîn em ê heya dawiyê têkoşînê bidomînin.”