Têkoşîna Rêber Apo wê pêşiya şer û tundiyê bigire
Asya Weşûkanî

Li Rojhilata Navîn û cîhanê rojane bi sedan mirov têne qetilkirin. Lê belê li hember wan bûyeran hê jî hinek kes û beş bêdeng dimînin. Ew kes mîna rola sê meymûnan dilîzin. Tişta herî xerab jî ew e ku li hemberî rewşa şer û tundiya heyî pir bêxem in. Rewşa yên tundiyê dikin zelal e, lê rewşa yên wê tundiyê xwezayî dibînin li gorî min hîn xerabtir e. Tekez divê were zanîn ku berhema şer û tundiyê pir bi jan û dijwar e. Pêwîst e qet xwezayî neyê dîtin û berevajî wê hesab were xwestin. Divê mirov li hember wan xerabiyan dinyayê rake ser piyan. Ji bo kuştina her mirovekê\î û divê hemû civak xwe bikin yek û dawiyê li şer û tundiyê bînin.
Tekez divê herî zêde jî jin, ciwan û tevahî civak li hemberî wan kiryarên dermirovî ên desthilatdarên kastîk têkevin nav liv û tevgerê û qiyametê li serê wan rakin. Pêwîst e ji hêla civakê ve were zanîn ku dema bêdeng bin dê bê wateyê ku ditirsin. Dema ez bêdengiya civakê dibînim, ji min re wiha tê ku civak çiqasî ji pergala kujerê kastîk bandor bûye û her curê zilm, zordarî, koledarî û kuştinê qebûl dike. DYA îro temsîla wê hişmendiya kujer û kastîk dike. Pergala sermayeparêz a DYA’ê bandora xwe bi rêbazên şerê taybet li ser jin û civakê jî kiriye. Fikir, hest û ruhê wan xwendiye û ew çavtirsandî kirine û kirine xizmeta xwe.
Pergala sermayeparêz rojane li ser jin, ciwan û tevahî civakê siyaseta xwe ya şerê taybet bi pergalî dide tetbîqkirin. Wer li mirovan dikin ku ruh, hest û fikrên wan jî di nav qefesa pergala xwe ya sermayeparêz de tengav dikin û robotên pir nû ji xwe re çêdikin. Ew hêzên sermayeparêz û tundrew bi tayê hevrîşimê mirovan dixeniqînin. Ji bo mirovan hêdî hêdî bikujin wan ji serê hişê wan dibin û dikin hêsîrên madeyên hişber. Vîna mirovên welê dişike û dibin weke sewalan. Her tiştên wan tên zeftkirin û hew haj li xwe dibin. Pirî caran jî ev dibe sedem ku di nav malbatê de jî pirsgirêk çêbibin û herî zêde jî pirsgirêkên derexlaqî rû didin. Herî zêde jî ciwan dikevin dikevin xefka van madeyan. Pergala serwer jî teserufê li ser civakê dike.
Xeleka herî bingehîn a civakê malbat e. Dema malbat were rizandin, civak jî dirize. Di van demên dawiyê de pergal madeyên hişber di nav jinan de jî belav dike û hewl dide civakê ji bingeh de têk bibe. Jin çavkaniya jiyana civakê ye. Malbat jî li dora jinê tê rêxistinkirin. Lê di roja me ya îro de hinek jin jî weke mêran bûne çavkaniya şerê taybet û ew jî tûşî madeyên hişber bûne. Tişta herî xerab jî ev e.
Eger civak ji bo ferdên xwe hişyar nebe, wê mirov bibin weke miriyên li ser lingan. Wê haya wan ji bayê felekê jî nebe. Rêber Apo dibêje, “Em li pey mirovbûna mirov in.” Pîvan û rêgezên civakê lawaz ketine û tekez divê vegera li çavkaniya jiyanê were çêkirin. Ew jî guhertin û veguhertina jinê ye. Bîrdoziya rizgariya jinê jî armanca xwe vegera li esaletê ye. Vegera li ruhê çanda dayika xwedawend e ku ji bo mirovahiyê her xwe feda dikir, bi canê xwe civak û çanda xwe diparast, civak li dora xwe kom dikir, ji wan re dibû pêşeng û serkêş. Pergalê jin bi siyaseta xwe ya şerê taybet aniye rewşa mîna qutiya pandorayê ku di nav wê de hemû xerabî hatiye komkirin. Lê ew ne xerabiya jin û civakê ya pergala serwer e.
Rêber Apo diyar dike ku em ê vegerin destpêka civakê û li koka xwe vegerin. Ev jî tê wateya vegera li dayika xwedawend. Em îro dibînin bê ka çawa xwedawendên me yên weke Denîzan bi bask dibin û difirin da ku hesab ji hovan bixwazin, wan têk bibin û mirovahiyê rizgar bikin. Bi berxwedana xwedawendên me yên hemdemî wê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve. Têkoşîna Rêber Apo wê pêşiya şer û tundiyê bigire. Wê mirovahî bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rizgar bibe û dawî li şer û tundiyê were.




