Têkoşîna gelan wê bi ser keve

Gulçîn Xoşmêr

Jiyana Tevgera Azadiyê bi ked û têkoşînê hatiye vê rojê û keda Rêberê Neteweyî Rêber Apo derketiye lûtkeya herî bilind a fedakariyê. Di roja me ya îro de ev têkoşîn ji netewetiyê jî bihurî û bû gerdûnî. Di pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan de têkoşîna gelê Kurd roj bi roj ruhê fedayîbûnê dewlemendtir kir. Şehîdên qehreman û lehengên çiyayî soz dan Rêber Apo ku wê heya hênasa xwe ya dawiyê têkoşîn bikin. Milîtanên fedaî ji bo nekevin destê neyar û xayînan bombeyên xwe bi xwe de teqandin û gihiştin karwanê pakrewanên Kurdistanê.

Qehremanên weke Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê ku hevaltî û sozdariya xwe bi Rêber Apo re dane diyarkirin, bi çelengî gihiştin şehadetê û ala serkeftinê bilind kirin. Wan ciwanên delal bi xwîna xwe xaka pîroz av dan û ji gelê Kurd re bûn mûm û fener. Ji bo ku rêya civakan rohnî bikin û wan bigihînin serkeftinê heya dawiyê di refên herî pêş ên berxwedanê de cih girtin.

Egîdên çiyayî û bişengên berbangan bi ronahiyê xwe xemilandin, bi çek û rextan derketin meydanan. Wan çelengan xwîna xwe li ser xaka pîroz rijandin û bûn melekên bihuşta baqî û pêşengên gelan. Qehremanên Kurdistanê dengê xwe bilind kirin û gotin, “Em fedaiyên gelê xwe ne.” Ji bo parastina gel û welat ketin cenga giran û gotin ku wê canê xwe jî ji bo hemû gelên bindest feda bikin. Ew ciwanên dilêr jin û mêrên çeleng ketin şerên giran.

Çelengên welatê rojê diyar kirin ku jiyana herî bedew û rast, jiyana Rêber Apo ji gelê Kurdistanê re hilbijartiye û ew jî jiyana wekhev û azad e. Rêber Apo bi felsefe û zanista xwe ya kûr gelê Kurd tevî jin û ciwanên wan perwerde kir. Xwest wan derxe ronahiyê, bike xwedî vîn û nasname. Her kesî dît bê çawa gelên herêmê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zend û bendê xwe hildan û li kêleka şervanên xwe ketin cenga giran.

Rêber Apo ji destpêka têkoşîna xwe de, heya roja me ya îro her hewl dide gelê Kurd hişyar bike, rake ser piyan da ku di çarçova şerê gelê şoreşgerî de bibin xwedî ezmûn û warê xwe biparêzin.  Her ji wan re rêya rast û çûna serkeftinê da diyarkirin. Gelê Kurd bi şîrove û nirxandinên Rêber Apo xwe nas kir û li vîna xwe xwedî derket.

Rêber Apo têkoşîneke pir mezin da ji bo mirovên Kurd ên ji hêz ketibûn bi rêxistin bike û baweriya wan bi wan bîne. Rêber Apo her got ku bi perwerdeyê û zanebûnê wê şoreş pêş bikeve û serketin were qezenckirin.

Eger îro gelê Kurd ji gelên Rojhilata Navîn re pêşengtiya jiyaneke azad û wekhev a ji bo hemû gelan dike, ev di encama berhema keda Rêber Apo ya 52 salî ye. Hîn jî ew têkoşîna bêhempa berdewam e. Jixwe Rêber Apo di Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê de diyar kir ji her wextê zêdetir bi serketinê bawer e û teqez têkoşînê bi ser bixe.

Rêber Apo zanista jinê ya bi navê Jineolojî pêş xist, diyarî hemû jinan û mirovatiyê kir. Ev ji bo  pirsgirêkên jin û civakê werin çareserkirin mîladek e. Rêbertî timî mijara azadiya jinê di rojevê de hişt. Baweriyeke pir mezin da jinan û diyar kir ku her kes dest ji têkoşînê berde jî teqez divê jin berdewam bikin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button