Têkçûna Rejîma Baas û rewşa dawî ya li Sûriyeyê
Ji pênûsa gaziyên şer

Li Sûriyeyê 27’ê Mijdara 2024’an geşedanên ku ti kes ne li bendê bûn qewimîn. Hêzên HTŞ’ê êrîşî gelek cihan kirin û di 12 rojan de gihiştin Şamê. Desthilatdariya Beşar Esad neçar kirin ku Sûriyeyê berde û desthilatdarî hate guhertin. Rejîma Baas hilweşiya. Di 13 salên borî de gelek bang hatin kirin, gelek hewldan hatin raberkirin, lê rejîmê xwe ji guhertin û veguhertinê re girt,, guh neda bangan. Xwestin tenê siyaseteke li ser bingehê îstixbarat û tundiyê bi rengekî domdar bidomînin.
Piştre di van 12 rojan de ji ber rizîbûna di nava xwe de bê şerekî pir cidî biqewime hilweşiya. Eger hîna di destpêkê de, yanî di sala 2011’an û beriya wê de guherîn û veguherîna demokratîk pêk anîba, pirsgirêka Kurd çareser kiriba, demokrasiya di nava welêt de pêş xistiba, wiha nedibû. Lê belê her wan di rêbazê xwe de serhişkî kir û li hemberî rastiyê xwe girtin. Bi vî rengî têk çûn. Çendî bi hêsanî hilweşiyabin jî, mudaxeleyeke li dijî Sûriyeyê jî heye. Hêzên navneteweyî jî di nava vê mijarê de hene. Derketiye holê ku DYA, Îsraîl, Îngilistan û Tirkiye di vê mudaxeleyê de cih girtine. Niha jî rojeva jinûve dîzaynkirina Sûriyeyê heye. Bi qasî tê dîtin têkildarî vê yekê di navbera hêzên, di nava vê planê de cih girtine de, nakokî hene. Armanca her kesî jî cuda ye. weke nimune jî armanca Tirkiyeyê pir cuda ye, armanca Îsraîl û aliyên din jî cuda ye.
Tirkiye dixwaze Sûriyeyê li gorî xwe dîzayn bike. Heta vê pêvajoyê weke şoreşa Sunnî-Îslam jî dinirxînin û vê weke serketina xwe dibînin. Herî dawîyê jî di axaftina Tayyîp Erdogan ya li Erziromê de derket holê ku li Helebê rakirina ala Tirk weke serketinekê dibîne. Bi kurt û kurmancî, Tirkiye dixwaze her tiştî li gorî xwe rêxistin bike. Di bingehê xwe de ji berê de komên li Tirkiyeyê û yên ji xwe re dibêjin muxalefet, hikûmeteke demkî ava kiribûn. Di van 5-6 salên dawiyê de jî ew hikûmet heye, qaşo serokwezîr û wezîrên wan hene. Niha jî li Dîlok û Stenbolê dijîn. Tirkiyeyê di bingeh de dixwest ku ev hikûmeta muxalefet were, li Şamê rûne û bibe desthilatdar. Lê belê tişta tê dîtin ew e hêzên afirînerê lîstikê, ev yek qebûl nekirine. Wan tercîh kirin ku pêşiya serokê HTŞ’ê Colanî vekin. Tê fêmkirin ku dixwazin bi pêşengiya wî Sûriyeyê jinûve dîzayn bikin. Tirkiye jî neçar maye vê yekê qebûl bike. Lê vê carê jî ferzkirinan li Colanî dikin.Ya rastî dewleta Tirk alîkarî da HTŞ’ê lê dîsa jî kesên girêdayî xwe cuda rêxistin kirin. Hikûmeta muxalefetê û hêza bi navê cêşa qewmî ya Sûriyeyê, wan bi xwe rêxistin kirin. Hem navê wê weke cêşa qewmî ya Sûriyeyê li vê hêzê kirin, hem jî girêdayî xwe kirin. Bêguman girêdanbûna artêşeke millî ya bi welatekî biyanî re, tiştekî ku divê çênebe. Jixwe AKP piranî berevajî gotina xwe dike.
Ev têkildarî mijara wê cêşê ya Sûriyeyê jî, rewşeke wiha ye. Jixwe paşê me dît çawa dewleta Tirk li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîş dan destpêkirin. Yekser artêşa Tirk tevî hêza xwe ya paramilîter jî destek da van êrîşên hovane. Lê tişta baş ew e ku gelê Kurd li hevdu xwedî derket, plana wan xerab kir, yekbûna xwe pêş xist. Bi keda bêhempa ya Rêber Apo re 29’ê Çileyê agirbest hat îlankirin. Helbet hîn rewşeke nediyar heye û xelkên Kobanê jî di bin dorpêçê de ne. Dîlên şer hîna jî di destê hikûmeta veguhêz de ne. Divê gelê Kurd ji her tiştî re jî amade be û xwe biparêze.




