STRANA ZÎYAD Û DENÎZAN
Cîger Efrîn

Navê min Zîyad EFRÎN e
Navê min Denîz ÇÎYA ye
Em Efrînî ne
Em Kurdistanî ne
Mazlûman gotin; “BERXWEDAN JÎYAN E“
Vaye em dijîn di dilan de
Û di çeperên cengê de…
Me ji Roj’ê mêtî felsefeya azadîyê
Ji kanîyên çîya vexwarî ava lehengtîyê
Me bi berxwdanê stranek nivisî
Û dixwazin her were guhdarkirin li cîhanê
Em in kenê siberojê li ser lêva zarokan
Hêvîya di dilê azadîxwazan
Em in sirûda Kurdistana azad
Ronahîya li ser ala rengîn…




