‘Şoreşgera pêşeng a evîndara gelan’
Şehîd Evîn Goyî (Emîne Kara) ya yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd, bi dirêjiya temenê xwe de li pey doza azadiya jin û gelê Kurd têkoşîn kir. Şehîd Evîn hişmendî, hêz û daxwaza xwe ya têkoşînê ji xeta Rêber Ocalan a xwe dispêre azadiya jinê, ji dilsoziya bi gelê Kurdistanê, hezkirin û baweriya bi xeta azadiya jinê wergirt.
Emîne Kara bi nasnav Evîn Goyî, sala 1974’an li gundê Hilal a girêdayî bajarokê Qilaban a Şirnexê ji dayik bû. Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi pêşengtiya fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz (Egîd) hatî avêtin, bandoriyek mezin li ser pêşenga Kurd jî kir û li wir jiyana wê ya tijî têkoşîn dest pê dike.
Şehîd Evîn hîna di temenê zarokatiyê de hovîtî û dagirkeriya dewleta Tirk dibîne û dibe şahîd bê çawa dewleta Tirk bi awayekî bêrehm gundan dişewitîne û êşkenceyê li gelê Kurd dike. Dema tê temenekî guncaw biryara tevlîbûna têkoşîna ji bo azadiya gelê xwe dide û sala 1988’an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
Şehîd Evîn azadiya gelê Kurd di azadiya jinê de dibîne, ji bo wê jî li hemû gund û çiyayên Botan û Zagrosê, ji çiyayên Herekola Bakurê Kurdistanê heta Reqayê û ji wir heta Şengalê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi dirêjiya 34 salan têkoşîn kir û xebat meşand. Di pêşvebirina Şoreşa Rojava de ked û tevkariyeke mezin a Şehîd Evîn Goyî hebû. Hevrê Evîn li 4 parçeyên Kurdistanê, têkoşîn bi rê ve bir. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo jinê bû mînak û bû sembola berxwedanê.
Şehîd Evîn hişmendî, hêz û daxwaza xwe ya têkoşînê ji xeta Rêber Ocalan ya xwe dispêre azadiya jinê, wergirt. Di heman demê de pêşengeke têkoşîna jinê bû. Di pêşvebirina xeta jinê ya azad û afirandina hişmendiya jinê û îradeya wê de, tevkarî û kedeke wê ya mezin hebû. Kedeke mezin da artêşbûna jinê û wezîfeyên gelekî girîng bi cih anî.
Bi dil û mejiyê xwe li dijî dagirkeriyê xebat dikir û hemû jiyana xwe ji bo azadiyê feda kiribû. Ji kêliya ku tevlî nava refên azadiyê bû heta şehadetê, her tim têkoşiya. Li ser şopa Sakîne Cansiz û jinên şehîd ên Botanê meşiya. Lewma weke hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê navê wê jî wê her tim di rûpelên dîrokê de nemir bimîne.
Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ew dîtine û pêre xebitîne wer behsa pêşenga jin Evîn Goyî dikin:
“Hevala Evîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hemû gelên herêmê ve pir dihat hezkirin. Ne tenê di nava gelê Kurd de, di nava gelê Ereb û pêkhateyên din de jî cihê xwe girt. Li Rojavayê Kurdistanê ji gundan heta bajaran, rola pêşengiyê lîst, komun û meclîs bi destê xwe ava kirin. Di heman demê de, di xebatên rêxistinkirinê de jî, kedek mezin da. Bi rola pêşengiyê yê Hêzên Parastina Civakî jî rabû. Heval Evîn Goyî bi dilnizmiya xwe dihat nasîn. Ew pêşengek bû. Her tim guhdar dikir û hewl dida kesê li pêşberî xwe fêm bike.
Ji bo hîn zêdetir pêşketina Şoreşa Rojava, gelekî difikirî. Hewldan û keda wê di vî alî de bû. Heta kêliya xwe ya dawî bi xwîngermî, kelecan û kêfxweşiyek mezin, meşiya.
Xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir. Pêşengî ji Şoreşa Rojava û Têkoşîna Azadiya Jinê re kir. Pêşengek mezin bû. Tevî ku dawiya sala 2018’an rewşa wê ya tenduristî nebaş bû, rojekê jî ji têkoşînê paşde nema, timî li pêş bû û pirsgirêkên wê yên tenduristî ji bo xebatên wê nebûn asteng.”
Evîn Goyî tevlî nava şerê li dijî DAIŞ’ê jî bû û ji bo têkbirina DAIŞ’ê bi roleke diyarker rabû. Ji bo tevahiya mirovahiyê xizmeteke mezin kir. Li dijî hovîtî û paşverûtiya DAIŞ’ê li ser bingehê xeta jinê ya azad têkoşiya û pratîkeke serketî nîşan da. Piştre dema di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar dibe, ji bo tedawiyê diçe bajarê Parîs ê Fransayê.
Li Parîsê tevî nexweşiyên xwe jî dest bi xebatan dike û ji bo pêkve jiyana gelan têkoşîna xwe didomîne. Hevrê Evîn 23’yê Kanûna 2022’yan dema amadekariyên ji bo 10. salvegera Komkujiya Parîsê ya sala 2013’yan bi rê ve dibe li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya rastî êrîşeke nemerd tê. Di wê êrîş û komkujiyê de pêşenga jin Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê hêja Abdûrrahman Kizil tevlî karwanê şehîdan dibin.
Aliyê hevpar ê her sê şehîdan jî ew bû ku li hember polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk derdiketin. Di her şert û mercî de li cem gelê xwe cih digirtin.