“Şoreşê Emir Da Ye”
“Her tişt berdelek xwe heye, berdêla azadiyê jî Şehîd’buyîn, Gazî’buyîn Birîndar’buyîn e.”
Welat Leyla:
“Şoreş, di emcama neheqiyan de derdikevin. Ev tenê di xwezaya mirovan de tê dîtin. Ji ber ku dervayî mirovan tu zindiyên heyî li hevdu neheqiyê nakin. Kesê di bin neheqiyê de ye ji bo xwe ji neheqiyê rizgar bike dikeve tevgerê. Ev tevger bi gelek aliyan ve dimeşe. Hinek tevger jî bi çek şoreşê esasê digre. Ev tercihek e. Tercihek ji ber xwe nîne ev mecburiyeta hinek rewşan dide diyar kirin. Mînak di Kurdistanê dervayê şerê çekan tekoşînek cûda ji me re nehîştine. Dervayê çek tu tiştek ne maye di destê me de. Wî demê rewşa Kurdistanê naşibe tu rewşê dinê ku bikaribî bi hinek tevgerê cûda bikevî tevgerê. Hinek tişt hene îro jî ispata wî ne. Nahêlin siyasetmedarên Kurd siyaset bikin, hûnermendên Kurd hûnera xwe bikin, helbestvanê Kurd helbestê xwe bêjin, zarokên Kurd bi zimanê dayîka xwe mezin bibin û perwerde bibînin. Dîsa ev tenê hinek mînak in. Em dikarin gelek dirêj jî bikin. Ji ber wî di destê gelê Kurdistanê de dervayê şoreşa bi çek tu tiştek destê wan de ne maye. Ji ber wî gelê Kurdistanê niha çek daye destê xwe, dixwaze vî nehaqiya di welatê wan de, li ser jiyana wan tê kirin bertaraf bikin.
Her Neteweyek Gaziyên Xwe Hene
Di oxira vî de gelê zarokên wî yê lehenk bi canbaxşene şer kirin. Bûn artêş û îro di dîka dinyayê de dixwazin bibin xwedî axaftin. Ji wî jî bi her awayê şer dikin. Gelek Şehîd dan. Ev berdêlê gelek mezin û pîroz in. Berdêlek gelek mezin ê ku dane yek jî Gaziyên vî welatê ne. Qasê tê zanîn gazîbûyin di encama buyerên şer de derdikeve. Ev şer ji bo azadiya miletek û azadiya welatekiye. Ê ku ji bo welatê xwe û netewaya xwe şer dike, di şer de dema birîndar dibe jê re dibêjin gazî. Ji ber wî ye ku her neteweyek gaziyên xwe hene. Wek ji neteweya gelê Rojava, me jî gelek bedel dan. Di nava van de bi hezaran Şehîd, Gazî û birîndar çêbûn. Di nava van de ê ku herî bedelê giran dan Şehîdên me yê qehremanin. Bê ku du dilî jiyan bikin ji bo azadiya gelê xwe çûne şehadete. Kes nikare idia bike ku Şehîdên Kurdistanê hesabê hinek bercewendiyê dinyewî kirine wisa çûne Şehadetê. Tenê hesabek wan hebû; ew jî azadiya Gelê wan û welatê wan bû. Ev hesabek giştî ye û netewa Kurdistanê jî bi sed salan e ji bo vî gelek şer kirine û bedelê pir giranbûha dane. Di oxira vî de şer kirin û çune şehadetê, ev jî tiştek pir pîroz e. Ji vî pîroztir û camêrtir tiştek din di menewiyeta jiyana mirovan de nîne. Taybet ev ji bo me Gelê bindest tişta herî pîroz û lutkeye ku zarokê vî gelê xwe gihandinê ye. Ji vî tiştek bi rûmetir û lutketir tuneye. Ji ber wî em çiqas wan di jiyana heyî de bidin jiyan kirin ne bes e û heta emrê me hebe bê ku du dilî jiyan bikin di oxira şopa şehîdan de yê ku çûne şehadetê vegeriyan e Gaziyên Kurdistanê ne.
Her Tişt Berdelek Xwe Heye
Gazî, dema nirxên azadiya hîmên wî hatin avêtin û hevalên wan ji bo azadiyê diçun Şehadetê, baweriya wan bi hevalên pişt wan mane hebun. Bawariya wan bi gelê wan hebû. Ê ku herî zêde di oxira rêya şehîdan ve girêdanbûyîna xwe dane nîşandan Gaziyên Kurdistanê ne. Îro ê ku xwe di oxira vî rêyê de ispat kirine bi hezaran in. Hemû jî yek ji yekî lehenktir in. Çikas cewhera wan were nasîn û çiqas hûrmet were dayîn wê kêm be. Ji ber ku ewna menewiyeta me yê şoreşê ne. Menewiyeta me yê bedelê hatiye dayîn in. Dema îro li wan tê mêze kirin bê gûman hinek kes ber xwe dikeve hinek kes jî ser bilind dibe. Ev tiştek hestê insanî ye. Dibe kesên li ber xwe dikevin bi atmosfera hestê jiyanî mêze dike. Ev tiştek normal e. Mirov wate didê. Lê belê kesên pê serbilind dibin ê bi ramanê azadiyî, ramanê serxwebuyînê, ramanê rizgariya netewek lê mêza dikin ya rast jî ev e. Her tişt berdelek xwe heye, berdêla azadiyê jî Şehîd’buyîn, Gazî’buyîn Birîndar’buyîn e. Gazî jî berdêla azadiyê û yê ku herî zêde nêzê şehîdbuyînê ye ye. Ji ber ku parçeyek ji laşê wan Şehîd bune. Parçeyek ji jiyana wan şehîd buye. Di oxira rêya azadiyê, şehîdan de bê ku du dulî jiyan bikin çûne çeperê şer û canê xwe feda kirine. Her çiqas canê wan bi giştî jî neçû be jî parçeyek giranbuha ji laşê xwe dane. Ev tiştek pir pîroz e, cihê hûrmet û wate dayînê ye.
Dest Ji Xwe Berdan Na, Eksê Wî Ji Xwe Re Xistina Hinceta Kar Û Xebatan
Dîsa dema em tên ser jiyana ku ewqas berdêlên giran buha hatiye dayîn de, dîsa ê ku herî zêde lê xwedî derbikeve, wî ji her tiştê neyînê (Êrîşên derve û hûndir; texribatan û seranserbuyînê) biparêze Gazî bi xwe ne. Dibe ji laşê wan parçeyek girîng an jî çend parçeyên giran çûbe, ev nayê wî wateyê ku xwe paş de bidin. Ev ji bo wan dibe hincetek mezintirîn ku li şoreşa xwe, welatê xwe, azadiya xwe û gelê xwe xwedî derbikevin. Dest ji xwe berdan na, eksê wî ji xwe re xistina hinceta kar û xebatan, ya esasî ye û ya pêwîst, esas jî ew e. Tişta ji Gaziyên Kurdistanê tê xwestin tişta pêwîst e. Ew jî bi her awayê xwe tam hîskirin, xwe gor her şert û mercê amedekirin, xwe ji rewşa neyînê xilaskirin pîvana me yê esas e. Mînak; Hevalek ku milek xwe çuye, her du çavên xwe çuye îro di gelek karan de cihê xwe digre û çend jî pirtûk nivîsandiye. Her çiqas ji laşe xwe tiştê herî esasî her du çavên xwe û milek xwe dabe jî lê dîsa jî xwe ji erk û berpirsiyartiya şoreşê dur nedaye, eksê wî ji xwe re bêtir xistiye hincet ku bi her awayê şoreşa xwe bide nasin û jê re xizmetê bike. Ev tenê mînakekî ye. Gelek hevalên gazî, ê ku laşê wan nîvek kar nake, linge wan, destê wan, çavê wan çûne bê eman li ser kar in û erk misyona dîrok daye ser milê wan dixwazin pêk bînin û bê ku hincetan nîşan bidin di kar û xebatê şoreşê de cihê xwe digrin. Ev ji bo me gelekan cihê moral û menewiyetê ye. Lê bele ê ku ji xwe re moral û menewiyetê rast, ji xwe digere ye ev. Ê ku li pey tiştên bicuk, xwe xilaskirinê, tenê xwe fikrandinêne nîne. Ev tiştek giştî ye û netewî ye. Ê xwedî vî pîvanê bin dikarin rastiya jiyana azad di vir de bigerin.
Şoreş Emir Dike
Heman demê erkê dikeve ser milê me jî xeta şehîdên xwe û şoreşa xwe şopandine. Tişta dikeve ser milê me di şexsê hevalên Gazî de xwe komê ser hevkirin, ji bo azadiya welatê xwe kar kirin, ji bo azadiya gelê xwe têkoşînkirin erkek me yê exlaqî û polîtîk e. Ji ber jiyana tê behskirin hele kî di vî serdema han de qet ne hêsan e û xwedîderketinek mezin jê re pêwîst e. Bi her awayê xwe çêkirin, ji tiştê bicuk xwe xilaskirin, xwe ji qezencên mezin re amede kirin erka me ya esasî ye. Dema ev dikeve ser milê me bi gotina Şehîdên me yê mezin Rûstem Cûdî “Madem şoreş emir dike, madem şoreş dixwaze; hemû erkê xwe bê teredût hembêz bikin” cihê xwe tam di şexşê hevalên gazî de digre. Şoreş emir dike. Şoreş, telîmatê ku em li ser xwe bisekinin, berdêla wî çi dibe bila bibe azadiyê bi dest xistin daye me. Wî demê bê ku eman, ax, uf hebe di jiyana me de, em ê li erkê xwe yê dîrokî û berpirsiyarê xwe yî exlaqî polîtîk xwedî derbikevin. Di tu derê dinyayê nîne ku Gaziyê welatê wan ewqas ji bo welatê xwe kar bikin hebe. Îro di şoreşa Kurdistanê, bi hezaran gaziyên xwe heye ji van qismek mezin bi dibin emir û nêrînên Şoreşa Kurdistanê de ye. Wî demê çi maye em bikin? Tene tiştek maye; ji bo biçin zaferê bawer bin ji xwe. Şoreşa Kurdistanê vî ji me re emir dike.”