Şoreşa Jin Jiyan Azadî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê her zindî ye
Leyla Amûdê

Zêdetirî 10 rojan e li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, serhildan û gengeşe hatine destpêkirin û roj bi roj ew serhildan gurûgeş dibin. Tevahî beşên civakê û nexasim jî jin û ciwan, bi rojan li nava kolanan çalak in. Dirûşmên, “Bimire zalim, dîktator û mijokdar” bi dirûşma navdar a “Jin Jiyan Azadî” li nava bajar û kolanan bilind dibin. Serhildanên xelkên azadîxwaz destpêka sala nû ya 2026’an dest pê kirin. Yekem çirûska serhildanê li bajarê mezin û paytexta Îran Tehranê dest pê kir. Piştre li gelek bajarên Komara Îslamî ya Îranê belav bûn. Hîna jî xelkên dilşewatên ji bo azadiyê bi biryardarî li nêzî 80 bajarê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên girseyî berdewam dikin. Di nava van 10 rojan de 29 şehîd û 70’ê jî birîndar hene.
Gelek birîndar jî hene ku newêrin biçin dermanxane û nexweşxaneyan. Ji ber ku wê bêne girtin. Zêdetirî hezar kesî jî hatine binçavkirin û hejmara şehîdan jî her diçe zêdetir dibe. Rejîma Îranê hewl dide bi tirsê û çekan çavên xelkê bitirsîne. Lê divê were zanîn ku dewlet nikare bi çekan, xelkê serhildêr bitirsîne. Serhildan gihiştine bajarên weke Qum, Îsfehan û gelek bajarên weke cihên meleyan û çavkaniya wan têne naskirin. Herî zêde jî serhildanên mezin li paytext Tehranê berdewam dikin. Her çendî ev serhildan û pêla nerazîbûnan di pêşengiya bazarvan û dikandaran dest pê kiribe jî di demeke pir kurt de li hemû bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn û bala hemû cîhanê kişand ser xwe.
Her çiqasî çirûska serhildanê ji bazarê dest pê kir jî hemû civak rabûye ser piyan û herî zêde jî jin û ciwanên xwendekarên zanîngehan careke din li dijî rejîma heyî daketin qadan û dirûşman bilind dikin. li Rojhilatê Kurdistanê vê carê jî navenda serhildanan bajarên wekî Kirmaşan, Îlam û Loristan in. Bajarên din hîn wekî tê xwestin bi awayekî xurt tevlî van çalakiyên protestoyî nebûne. Em bawer in wê serhildanên mezin li wan bajarên din jî çêbibin û gelê Kurd bi hemû gelên herêmê re bi girseyî rabin ser piyan. Pergala komara Îslamî ya Îranê, neteweperestî wekî ola pergala desthilatdar û dewletên netewe her tim civak di nav dorpêça hişmendiya xwe ya wêranker de hiştiye û nefes li wan çikandiye.
Di encama wan kiryarên dewleta netewe de gelên Îranê hew zilmê qebûl dikin û nerazîbûna xwe bi serhildanan îfade dikin. Vê carê bajarê Kirmaşanê bû navenda serhildanan û pêşengtiyê dike. Azadî û demokrasî ne tenê daxwaza gelê Kurd e, daxwaza hemû gelên Îranê ye jî. Hemû xelkên Îranê bi hev re jiyaneke demokratîk û azad hêvî dikin û ji bo wê çalak bûne. Gelê Kurd ê her li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û niha jî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêşengiyê ji serhildanên gelerî re dike. Bi têgihiştin û feraseta xwe ya ji bo jiyana azad û bi alternatîfa xwe ya ji her kesî cudatir pêşengiyê ji gelan re dike. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê berhema vê hişmendiyê ye.
Sê sal berê jî di pêşengiya jinên Kurd tevahiya Îranê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan. Dengê xwe li tevahî cîhanê vedan, ji jinan û gelan re bûn cihê îlhamê. Di van demên dawiyê de xelkên bajarê mezin Kirmaşan û Îlamê, her li ser piyan e. Her şev bi hêzên rejîmê re di nav şer û pevçûnan de ne, şehîdan didin û bi serhildanên mezin xwedî li şehîdên xwe derdikevin. Xelkên Îlamê di kolanan de bi vê sirûda, ‘Daye daye wextê ceng e, şîrê xwe helal bike belkî ez bimirim!’ meşiyan. Xelkê bajarê Kirmaşan ji roja destpêkê ve her tişt dane ber çavan, daketin qadan û serî hildan. Teqez nabe ku ti kes daxwazên rewa û demokratîk ên gelê Kurd û gelên Îranî, her wiha daxwazên jinan, bi berjewendî û hesabên xwe yên şexsî re têkel bike.
Helwesta xelkên Kirmaşan û Îlamê helwesteke Kurdistanî ye û wê helwesta wan a îroî çarenûsa tevahiya Îranê jî diyar bike. Girîng e di vê demê de her Kurdek bi rûmet xwedî li helwest û daxwazên xwe yên demokratîk derkeve. Divê xelkên Kirmaşan, Îlam û Loristanê ji xwe re bikin nimûne û li wan xwedî derbikevin. Gel, ol û baweriyên herî qedîm û kevnar di van xakan de jiyane û hîna jî dijîn. Xelkên van herêman heta niha serî netewandine û bi çanda xwe ya resen jiyane. Baweriya Yaresanî mînaka vê ya herî berbiçav û zindî ye. Hin kesan ji bo sûda xwe ya şexsî gotine ku ev helwest wekî daxwaza kurê şah Riza Qacarî ye û weke hêzên sermayedar, temaşe dikin û dinirxînin.
Ev nêzîkatî di bingeh de parçekirina daxwazên demokratîk ên civaka Îranê ne. Teqez divê mirov ji van nêzîkatiyên şaş dûr bisekine û xwedî li xelkên serhildêr derkeve. Di nava xelkên Îranê de hejmara Fars, Kurd û Azeriya zêde ye. Belûc, Ereb, Efgan û hwd. pir gel li Îranê dijîn. Serhildanên îro hemû netewe, gel, ol, mezheb, bawerî û zayendan digire nav xwe. Mafekî wan ê xwezayî ye ku doza heq, hiqûq û azadiya xwe bikin. Hemû gel bi armanca demokrasî û azadî were vî welatî rabûne ser piyan. Ev serhildan berdewama şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ye. Şoreşeke xwe ji her cure neteweperestî û zayendperestiyê safî kiriye, li ser hişmendiyeke demokratîk, xwişk û biratiya gelan e.
Ji bo wê hemû azadîxwaz îro li nava bajar û kolanan li ser piyan in û banga hilweşîna rejîma meleyan dikin. Serhildêr dibêjin: “Merg ber Xemenayî merg ber rejîma Îran a dîktator” û çalakiyên xwe berdewam dikin. Ez xelkên Îranê û Kurdên Rojhilatê Kurdistanê tevî dost, heval û cîranên wan pîroz dikim. Dem dema helwesta gelan a li dijberî desthilatdarî û tundiyê ye. Eger dewleta Îranê di rejîma xwe ya despot de israr bike wê xelk serî hildin, doza wekhevî, azadî û demokrasiyê bikin. Roj roja mafê gelan a yekîtî, xwişk û biratiyê ye. Eger rejîma Îranê ji yekîtî û entegrasyonê fêm neke wê serhildan dermanê herî şifaker be. Ez careke din dibêjim: Gelên Îran serhildêr û berxwedanvan in. Heq kirine ku mirov ji wan re bêje, her bijî ji we re.




