Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi têkoşîna Rêber Apo pêş ket

Gaziyên şer ên ji bo 13. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê civînek li dar xistin gotin, “Şoreşa 19’ê  Tîrmehê li ser esasê  ked û têkoşîna Rêber Apo ya Rojava pêş ket. Em ê xwedî li ked û têkoşîna Rêbertî derkevin.”

Bi wesîleya 13. Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji aliyê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê civînek hat lidarxistin.

Civîna gelek gaziyên şer amade bûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Endama Federasyona Gaziyan Azadî Hesen anî ziman ku 2’yê Tîrmeha 1979’an  hatina Rêber Apo ya Kobanê û têkoşîna nêzî 20 salan a Rêbertî ji bo avabûna Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû hîmên girîng û got, “Bi hezaran ciwanên perwerdeya Rêber Apo dîtibûn, bi xwe re civak jî  serwext kirin. Dema li Sûriyeyê şer û krîzan dest pê kir, gelê Kurd û dostên wan nebûn alîgirên ti aliyekî. Li ser esasê xeta sêyem bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re Şoreşa 19’ê Tîrmehê ava kirin.”

Azadî Hesen di dewama axaftina xwe de got ku li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêber Apo şervanên YPG-YPJ Û QSD’ê ji bo parastina xaka xwe û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketin nav berxwedaneke mezin.

Azadî Hesen bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û diyar kir ew weke gaziyên şer hêza xwe ji Rêbertiya xwe digirin û wê timî şopdarên şehîdan bin.

Li dû Azadî Hesen endamê FGBRS’ê Elî Ehmed jî li ser girîngî wateya Şoreşa 19’ê Tirmehê nirxandin kir.

Gaziyên şer ên tevlî civînê bûn jî gotin, “Şoreşa 19’ê  Tîrmehê li ser esasê  ked û têkoşîna Rêber Apo ya Rojava pêş ket. Em ê xwedî li ked û têkoşîna Rêbertî derkevin.”

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button