‘Siyaset karê civakê ye’

Asya Weşûkanî

Siyaset weke deryayekê ye. Yê nizanibe di nav de pir baş avjeniyê bike wê noqî nava deryayê bibe û têk biçe. Pêwîst e civaka Kurd di mijara siyasetê de xwedî baldariyeke pir mezin be.  Weke tê zanîn civaka Kurd ji destpêka dîrokê ve di mijara siyasetê de her wenda kiriye. Lewma divê pir hişyar bin. Rêber Apo ji destpêka şoreşê ve li ser mijara siyasetê bi baldarî sekinî. Gelek caran gotiye ku siyaset karê civakê ye û hewl daye di nav Tevgera Azadiyê de jî heval û hogirên xwe di vê xisûsê de kûr bike.

Rêber Apo siyaset weke hunerekê girtiye dest. Lêkolîn kiriye û her tim jî têde serkeftî ye. Dema em li têkoşîna Rêber Apo ya 52 salan dinêrin, em dibînin siyaset bi rêbazên pir hostayî meşandiye, ji dil têkoşîna siyasetê kiriye û xwe di serkeftinê de kilît kiriye. Ev rastiyeke ku mirovên zana di deryaya siyasetê de qet pêwîst nabînin xwe bi mar bigirin. Mirov dikare Rêber Apo weke siyasetmedarê yekem ê Kurdê hemdem destnîşan bike. Lê mixabin di mijara siyasetê de weke netewe Kurd lawaz mane, pir nepijiyane û jê reviyane.

Di encama wê de jî di dîrokê de wenda kirine û ketine rewşa werin înkarkirin û di komkujiyan re bên derbaskirin. Di rewşeke wiha de gelê Kurd bi xwe jî gihiştibû qinyata hew dikare bi ser xwe ve were. Her wiha têkildarî xisûsa weke neteweyekê hevpar û yekgirtî bijî, bi rêya şoreşê xwe rizgar bike û serê xwe di nava gelên cîhanê de bilind rake, bêhêvî mabû. Tevî wê rewşa xeternak û wendayî jî Rêber Abdullah Ocalan serî li hemberî rewşa heyî rakir û bi komeke biçûk dest bi şoreşê kir.

Rêber Abdullah Ocalan weke pêşeng û siyasetmedarekî herî şareza û serkeftî, ji nava wê civaka ji siyasetê dûr derket holê. Rêbertî civaka xwe pir baş lêkolîn kir û gihişt qinyata ku divê teqînekê di warê fikrî û siyasî de çêbike, civaka xwe ji rewşa heyî derxîne ronahiyê. Ji bo vê jî di serî de xwe gihand rewşa Rêbertiyê bike.

Her çiqasî PKK’ê şerê çekdarî da destpêkirin jî hedef û armancên xwe yên bingehîn siyasî û çandî bûn. Ji ber înkar û qirkirinê biryara şerê çekdarî hatibû dayîn. Roj bi roj, yekîneyên gerîla xwe rêxistin kirin û bûn artêşeke hêzdar. Rêber Apo her di perspektîfên xwe de digot, “Hedef û armanc siyasî û exlaqî ne. Em doza nasname û mafê xwe yê neteweyî dikin.”  Gelek caran agirbest îlan kir, banga diyalogê dikir. Lê her carê dewleta Tirk hewldanên Rêbertî ji nedîtî hat.

Piştî têkoşîneke bi heybet a Rêbertî, gerîlayên azadiyê û gelê Kurd dewleta Tirk neçar ma, daxwaza rawestandina şer û vekirina rêyên diyalogê ji Rêber Apo bike. Ango dewleta Tirk hate ser fikra Rêber Apo. Ji ber ku fikra Rêbertî herî rast û encamgir e. Em hemû deyndarên Rêber Apo ne. Divê em deynê xwe bidin. Rêber Apo ji bo tevahî mirovahiyê têkoşîn dike.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button