Şîlan xwedawenda edalet û jiyanê – Beşê 2

 

Qehreman Şîlan di rêbazê fermandartiya xwe de jî gelekî hunermend bû. Bi rêbazên cuda nêzî mirovan dibû û bi wan dida fêmkirin. Jixwe di danûstandina xwe de jî pir xwezayî bû, wate dida zehmetiyên mirovan û bi wan re dibû alîkar. Fermandar Şîlan pir ji xwezayê hez dikir û her der heqê xwezayê de digot: “Xweza dayika me ya fedakar û dilrehm e. Ji bo em têr û bi ewle bijîn her xwe ji bo me feda dike. Divê em jî ji dil û wefadarî wê dayika xwe ya nazenîn biparêzin lê xwedî derkevin da ku em pêre yekpare bin.”

Fermandar û xwedawend Şîlan bi taybet jî di demsalên biharê de gelekî dilgeş û dilşad dibû. Her tim digot, “Xwezayê fistanê xwe yê rengareng li xwe kiriye, me jî bi xwe re geş dike.”  Her tim behsa Rêber Apo dikir û digot, “Rêber Apo ji me jinan re gotiye, ‘Jin weke gulên berfînê serê xwe li hemberî sir, seqem û dijwariya demsala zivistanê radikin û li ber xwe didin.’ Pêwîst e em jî weke jin li hemberî pergala mêrê serwer a 5 hezar salan serê xwe rakin û li ber xwe bidin.”

Fermandar Şîlan her rûken û dilgerm bû. Bi dilgermiya xwe jî hêvî dida hevalan, ew geş dikirin û têkoşîna xwe berdewam dikir. Fermandar Şîlan li hemberî hevalên xwe nerm û bêhnfireh bû, lê li dijî neyar û xayînan gelekî dijwar û tund bû. Timî li pey nûbûnê bû, rêveberek pir hişyar bû. Heval û fermandar Şîlan di bîrdoziya Rêber Apo de xwe gelekî kûr kiribû û gihiştibû edaleta partiyê. Qet ferq û cudatî nedikir navbera hevalan.

Bi rastî jî mirov têkildarî wesfdana kesayetên weke qehreman û dilêr Şîlan gelekî zehmetiyan dikişîne. Ji ber ne gotin û ne jî hevok têrê dikin ku mirov kesayet û taybetmendiyên wan bîne ziman. Hevrê Şîlan gelekî giranbiha û delal bû. Bi taybet di nava hevalên jin de gelekî dihat hezkirin û bibû cihê baweriyê. Hevalên jin di kesayeta fermandar Şîlan de rêveberiya jin a Rêber Apo behs dike dîtibûn û jê yeqîn kiribûn.

Şehadeta fermandar Şîlan ji bo Tevgera Jin windahiyek pir mezin bû. Hevrê Şîlan her li pey heqîqetê dibeziya, dixwest li ser heqîqeta jinê xwe kûr bike û bibe şopdara Zîlan û Bêrîtanan. Heval û fermandar Şîlan li ser gotina rast digot, “Hevalino ez gelekî ji gotina rast hez dikim” û bi xwe jî her rast dipeyivî, qala xweşikî û bedewiya rastiyê dikir. Di vê derbarê de jî digot, “Rastî gelekî xweşik e, gotina derew jî ew qasî qirêj û kirêt e.”

Di nava gel de tê diyarkirin ku gotin nîşaneya hizrê ye. Ev bi rastî jî wiha ye. Hizra hevala Şîlan pir xweşik û bedew bû. Di heman demê de jî zelal bû. Şehadeta hevala Şîlan û her çar hevalên pêre ji bo me bû derbeke mezin û em ji kûr ve pê êşiyan. Şehadeta her pênc hevalan bi bêbextiyek mezin hate kirin. Dema her pênc heval di nava seyareyekê de li bajarê Mûsilê ne, ji hêla komên çete ve bi bêbextî têne şehîdkirin.

Bi rastî komkujiya li Mûsilê ji bo Tevgera Jin wendahiyek pir mezin bû. Em qet xayîn û tesfiyekaran efû nakin û wê hesabekî pir giran bidin. Heya em hebin wê destê me di gewriya wan de be û em ê tola hevalên xwe ji wan rakin. Bi minetdarî û hurmet em şehîdên xwe bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînin û soza xwe ya tolhildanê nû dikin.

Qediya

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button