Serketin eger bîr û bawerî xurt be wê teqez pêk were
Rojda Dêrik

Piştî çûna Beşar Esed gelên Sûriyeyê gelekî kêfxweş û dilşad bûn. Gotin ku baş bû ji pergala despot a 50- 60 salî rizgar bûne. Diyar dikirin ku wê destpêkê li şûna wê pergala tundrew, pergaleke xwe ya demokratîk çêbikin û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Lê mixabin her tişt berevajî xeyalê gelan rû da. Tişta xeyal dikirin pêk nehat. Beşarekî ji yê berê xerabtir derkete holê. Gel û baweriyên Sûriyeyê hê jî di nav matmayînekê de ne.
Di nêrîna min de pergala HTŞ’ê şerxwaz û tundrew e. Teqez divê were zanîn ku hêzên wiha ji derveyî şer, tundî û zextan bi karekî din ranabin. Nexasim jî niha firsend ketiye destê wan. Dixwazin bi êrîşên li ser xelkên sivîl desthilatdariya xwe mayînde bikin. Çeteyên HTŞ’ê jî li meydanan mirovan qetil dikin û kenê xwe jî bi wan dikin. Li beravên Sûriyeyê li hember civaka Elewî, li Siwêdayê jî li dijî xelkê Durzî komkujiyên dij mirovî û hovane pêk anîn. Mirov dikare ji bo kiryarên wan çeteyan û hovîtiya wan bêje ku ew çete temsîla komên qatil ên zûmrewî dikin û bi destên efendiyên xwe yên emperyalîst van êrîşan dikin.
Hêzên cîhadîst û tundrew her xerabiyê bi navê olê dikin. Divê her kesên dibêjin em Misliman in li hember wan kiryaran xwedî helwest bin. Ew hêz ol û mezhebê ji xwe re dikin weke perdeyekê ku armancên xwe yên qirêj û nepak pêk bînin. Her wiha di bin xizmeta hezên hegemon û emperyal de ne.
Tevgerên tundrew û cîhadîst dewletên sermayedar li pişt xwe dibînin û pişta xwe bi wan rast dikin. Li ser wî esasî berê xwe didin xelkên bêçek û perîşan. Em hemû jî dizanin ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîn kirin û serketin qezenc kirin.
Pêwîst e hemû gelên Sûriyeyê tevî jin û ciwanên xwe pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re mînak bigirin û yekîtiya xwe xurt bikin. Bi paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo welatekî hemû gel û bawerî bi awayekî azad û wekhev bijîn ava bikin. Serketin eger bîr û bawerî xurt be wê teqez pêk were.