Şerîna xwe bi nasnameya jina azad watedar kiriye

Navenda Nûçeyan

Şêrîn Elemhulî li rawestgehên jiyanê li kêliyên herî germ, bi dilek têr eşqa jiyanê têkoşînê hembêz kir. Şêrîn di her kêlî û demsalên xwegihandina azadiyê de ne kelem nas kir, ne jî sêdarê dikaribû ew eşqa jiyana azad a di dilê wê de geş bûye vemirîne.

Di pêvajoyeke ku li ser tevahiya Kurdistanê polîtîka û hişmendiya qirkirinê dihat pêkanîn de dil û rihek ber bi têkoşîna azadiyê ve dest bi meşa dirêj a azadiyê kir. Ew jina çeleng a hebûna xwe bi nasnameya jina azad bi watedar kiriye Şêrîn Elemhulî ye.

Jina Şoreşger ji Rojhilatê Kurdistanê ye û sala 1981’ê li Makoyê tê dinyayê. Şêrîn bi her fêrbûnê re pergal û hişmendiya li ser gelê Kurd tê meşandin jî nas dike û nakokiyên wê li hemberî vê pergalê çêdibin. 2006’an li Rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd li dijî nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û Rêber Apo rabûn serhildanê. Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê pêşengiya vê serhildanê kirin. Şêrîn Elemhulî tam di vê pêvajoyê de biryara jiyana nû dide û yekemîn gavên xwe yên di têkoşîna azadiyê de diavêje.

2008’an di encama êrişên hevpar ên dewleta Tirk û rejîma Îranê de hevalên herî nêz ên Şêrîn bi berxwedaniyek bêhempa jiyana xwe ji dest didin. Şêrîn soz dide li hemberî zilma rejîma Îranê tola hemû hevrê û gelê xwe rake. Lewma biryar dide di nava balafirgeha paytexta Îranê Tahranê de çalakiyek fedaî bike. Dema nêzî balafirgehê dibe, tê binçavkirin. Di bin çavan de bênavber ji aliyê hêzên Îranê ve bi tundî tê êşkencekirin.

Şêrîn Elemhulî di bîranînên xwe de dibêje: “Ew kesên êşkence li min dikirin, zilam bûn û ez bi textekê ve girê dabûm. Bi darê ceyranê û kulman êşkence li min dikirin. Ji ber ku min Farisî jî baş nedizanî zêdetir zext li min dikirin. Dibe ku hûn bedena min dîl bigrin lê bi ti awayî hûn nikarin şerefa min dîl bigirin.”

Der barê Şêrîn a bi salan li Girtîgeha Evîn tê girtin de biryara darvekirinê tê dayîn. Şêrîn û çar hevreyên wê bi sirûda ‘Ey Reqîp’ diçin ber sêdarê. 9’ê Gulana 2010’an tevî 4 hevalên xwe Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamyan tê darvekirin.

Şêrîn Elemhulî piştî Leyla Qasim bû duyemîn jina Kurd a bi destê feraseta dewleta mêrê serwer tê darvekirin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button