Serhildana Jin Jiyan Azadî bû berxwedaneke cîhanî

Arîn Koçer

Serhildana Jin Jiyan Azadî ya sala 2022’yan tolhildan bû. Piştî qetilkirina Jîna Emînî jin tevî hemû beşên civakê rabûn serhildanê. Ji pergala despot a Îranê re meydan xwendin û gotin pergala mêrperest û tundrew qebûl nakin. Gelên Îranê li kêleka jinan derketin kolanan. Mebesta jinan ew bû ku azadiya xwe bi dest bixin û civaka xwe azad bikin. Weke em hemû jî dizanin azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Şoreşa serhildana Jin Jiyan Azadî li her deverê şênber bû. Ew serhildan bû hêza berxwedanê, pêl bi pêl li her deverê belav bû. Ev yek ji serhildanên jinan ên dîrokî bû ku bandor li tevahiya cîhanê kir.

Têkoşîn û serhildana jinan bandora xwe li ser hemû mirovahiya azadîxwaz kir û ew rakirin serhildanê. Jinên çalak bi sekn û xebata xwe dengê xwe gihandin her devera cîhanê. Bi xwe civak jî rakirin ser piyan. Xwe bi rêxistin kirin û li her deverê çalak bûn. Bi pêşengtiya jinan mêr jî rabûn ser piyan, bi roj û mehan li ber xwe dan, dengê xwe li tevahî cîhanê belav kirin. Bi sedan jin li meydanan çarikên xwe şewitandin, porê xwe jê kirin. Ev jî weke helwesteke şoreşgerî ya li hemberî hişmendiya mêrê kujer û kastîk bû. Tevahî jinên cîhanê jî ew destek kirin, bang li pergala Îranê kirin ku dest ji tundûtûjiya xwe ya li hember jin û civakê berde û pergala xwe biguhere.

Jinan serê xwe rakirin, ji pergalê re dan nîşandan ku xwedî hêz in û wê xwe ji hişmendiya mêrê qatil kastîk rizgar bikin, dawiyê li wê tundiya reş bînin. Jinên jîr û jêhatî baweriya xwe bi xwe anîn, bi bertek û hêrs rabûn ser xwe û gotin, “Dem dema wekhevî û azadiya jinê ye.” Jin bi awayekî ji xwe bawer li her deverê beşdarî nava çalakiyên Serhildana Jin Jiyan Azadî bûn. Çalakiyên wan deng vedan. Jin ligel mêran bi yek dengî bang kirin û gotin “Jin Jiyan Azadî.” Ev serhildan bû merheleyeke mezin a  di dîroka jinên azadîxwaz de. Em niha jî di pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo  dest pê kiriye ne.

Ev pêvajo hê berdewam dike û Rêber Apo pir bi israr e bigihîne encameke serketî. Em jî bi wê kelecan û hêviyê nêzî banga Rêber Apo dibin. Her em ê têkoşîn bikin û bibêjin, em amade ne li keda Rêber Apo xwedî derkevin.

Di sêyemîn salvegera şehadeta wê de bi hurmet û minetdarî jina ciwan û delal Jîna Emînî bi bîr tînim û sozdariya xwe ya pêre tînim ziman. Divê hemû jin û civak xwe birêxistin bikin, ji qehreman û zanaya hemdemî Jîna Emînî û jinên dilêr ên weke wê re bibin bersiv.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button