Şêniyên Kobanê û gaziyên şer rizgarkirina Kobanê bi coş pîroz kirin

Şêniyên Kantona Firatê bi gaziyên şer re salvegera 10’emîn a rizgarkirina Kobanê û damezirandina Rêveberiya Xweser a 11’emîn bi şahiyekê pîroz kirin.

Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê, gaziyên şer, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û şandeyên ji Îtalya û Fransayê salvegera 10’emîn a rizgarkirina Kobanê û damezirandina Rêveberiya Xweser a 11’emîn bi şahiyekê pîroz kirin.

Di şahiyê de ku gaziyên şer û mêvanan di rêzên pêş de cih girtin, alên QSD`ê, YPG`ê, YPJ`ê û wêneyên şehîdan hatin hildan û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Berxwedan jiyane” û “Bijî berxwedana QSD`ê” berz kirin.

Şahî bi deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre têkildarî berxwedana rizgarkirina Kobanê û damezirandina Rêveberiya Xweser Cîgira Hevseroketiya Cibcîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl, Hevserokên Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa, Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn, endamê Tevgera Pêşverû ya Navneteweyî, Endama Parlamentera ya Fransayê û Rêvebera Şaredariya Romayê axivîn.

Di axaftinan de hate ragihandin ku beriya 80 salî çawa li Îtalyayê faşîzm têk çû, wê careke din faşîzmê têk bibin û li Kobanê azadî û demokrasiyê misoger bikin.

Axaftvanan anîn ziman ku divê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê bêne rawestandin.

Di şahiyê de hunermendên ji TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn hunera xwe pêşkêş kirin. Beşdar jî li ber stranên wan govend gerandin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button