‘Şehîd û birîndar îspata vê şoreşê ne’
Hevrê Aram Îbrahîm di hevpeyvîneke xwe de dibêje, “Mirovên doza welatekî bikin, helbet wê xwînê bidin. Ti welatek bê xwîn nehatiye avakirin. Di vê têkoşînê de wê şehadet û birîndarî jî çêdibin. Hevalên şehîd, birîndar û gaziyên me îspata vê şoreşê ne.”
Şehîd Aram Îbrahîm ku du dest û lingekî xwe di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de winda kir, ti carî dest ji têkoşînê berneda. Bi dirûşma ‘Heta dawiyê xizmeta ji şoreşê re’ hate naskirin. Ne tenê ewladê dayik û bavê xwe bû, bû ewladê tevahî gelan.
Aram Îbrahîm (Orhan Qamişlo) Çileya 1996’an li gundê Elîfero yê Qamişloyê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz bi ziman, çand, dilsoziya bi gel û xaka xwe re mezin bû. Ligel israra malbatê jî dibistan dewam nekir, jiyana lê dihate ferzkirin qebûl nekir û ji bo welatekî azad, jiyaneke azad kete nava lêgerînê. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re ber bi jiyaneke nû ve gav avêt. Ya rast, Aram tişta ku lê digeriya dîtibû. Aram, di dema herî zehmet a berxwedana Rojava de ji Serêkaniyê heta bi Dêrezorê di têkbirina DAIŞ’ê de kedeke mezin da. Li dijî hêzên dagirker ên li pey tinekirina destketiyên Şoreşa Rojava bûn, li refên herî pêş li ber xwe da.
Aram di şerê li dijî DAIŞ’ê de berxwedaneke mezin nîşan da. Sala 2015’an li Til Temirê dema ku hewl da hevrêyekî xwe yê birîndar ji qada şer bibe cihekî ewle, birîndar bû û destekî xwe winda kir. Ji bo kêliyekê jî xwe venekişand û bi sekna xwe ya bi biryar li eniya pêş her tim bi pêşve çû.
Aram sala 2017’an tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê bû û destê xwe yê din tevlî lingekî xwe winda kir. Ji hêzên leşkerî qet qut nebû, di hemû demên giran ê şer de bi rola pêşengiyê rabû. Xizmet ji gel û hevrêyên xwe re kir. Aram ku haya xwe ji nasnameya xwe ya gazî hebû, guh neda zor û zehmetiyên fizîkî. Di rêya kedê de ji bo hêjayî pênaseya ‘Şehîdên Zindî’ ya Rêber Apo ya ji bo gaziyan bibe, xizmet ji şoreşê re kir.
Artêşa Tirk a dagirker 3’yê Tebaxa 2023’yan li gundê Hirmeşêxo yê Kantona Qamişloyê êrîşî wesayîtekê kir û di encamê de Aram Îbrahîm û sê hevrêyên wî şehîd bûn.
Di vê pêvajoya ku li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde bûne de me xwest em beşek ji hevpeyvîna heval Aram a beriya şehîd bikeve de ligel DILDARÊN AZADIYÊ kiribû bi we re parve bikin.
Hevrê Aram wiha behsa armanca têkoşîna ji bo welat û şoreşê kiribû:
“Min dizanîbû eger dest biçin tu dikarî bi ziman têkoşîn bikî. Yan jî heke çavên te biçin jî tu dikarî tiştekî din bikî. Min ji xwe re digot, ‘Ji bo kar û xebatan birîndariya min nabe asteng.’ Ango her tim hêviyek min hebû. Timî Rêbertî dihat bîra min. Mirov ji Rêbertî hêz digire. Ked, xebat û perspektîfên Rêber Apo qewetê dide mirov. Mirovên doza welatekî bikin, helbet wê xwînê bidin. Ti welatek bê xwîn nehatiye avakirin. Di vê têkoşînê de wê şehadet û birîndarî jî çêdibin. Hevalên şehîd, birîndar û gaziyên me îspata vê şoreşê ne. Tê fêmkirin ku kedek hatiye dayîn, xebateke zêde hatiye kirin û îradeyeke mezin derketiye holê. Birînên mirov bi xwe jî van nirxan tînin bîra mirov, bi mirov didin hîskirin ku me tiştek kiriye û em dikarin bikin. Ev birîndarî girêdana me ya bi Rêbertî, welat û şoreşê re jî didin xuyakirin. Perspektîfên Rêbertî yên ji bo gaziyan ji bo min bûn hêzeke mezin. Nîşanî mirov didin ku tevî meriv birîndar jî be dikare têkoşînê bidomîne.”
Hevrê Aram di dawiya axaftina xwe de jî dibêje, “Ya ji me tê xwestin xizmet, kar û xebata ji vê şoreşê re ye. Em ji şehîdan û Rêbertî hêza xwe digirin. Divê mirov ti carî di mijara têkoşînê de nekeve nav dudiliyan. Dema Rêbertî di hiş û bîra mirov de be jixwe mirov nakeve nav teredut û dudiliyan. Mirovek dema ji bo azadiyê, armancekê û welatekî têkoşîn bike, divê zanibe ku ew bê xwîn nabe. Helbet em jî dixwazin şoreşa me bê xwîn bigihîje encamê. Lê dijminekî me yê wer heye ku eger tu li ber xwe nedî, tu nikarî azad bibî. Em ti carî ne poşman in. Heya dawiyê em ê di vê rêyê de bimeşin. Em bi têkoşîna xwe û birîndariya xwe serbilind in. Em dizanin me ji bo welatê xwe û şoreşa xwe tiştek kiriye.”