Şehîd Sara Dêrsim pêşeng û serkêşa şoreşê bû
Arîn Koçer


Jina serhildêr û têkoşer Sara Dêrsim (Sakîne Cansiz)ji bo jin û civakan bû rêzan, serkêş û heya hênasa xwe ya dawiyê di nav refên berxwedanê de cihê xwe girt. Jina serbilind Sara weke di pirtûka xwe diyar dike ku jiyana min her tim şer bû, ji zarokatî ve di nav lêgerîna jiyana azad bû. Şehîd Sara di nava çanda Dêrsimê de ji dayik bû û bi heman çanda resen jî mezin bû. Li ser vî esasî ji şoreşa Kurdistanê re bû pêşeng.
Hevrê Sara ya li hember her cure xerabiyan xwedî helwest bû, li Zindana Amedê jî li hember zilmê bû deng û sekna jinên berxwedêr. Xwedawend Sara qet serê xwe ji zalim û tundrewan re netewand. Timî bi awayekî ji xwe bawer divê têkoşîn û berxwedan çawa bê kirin nîşanî heval û hogirên xwe jî kir. Pêşenga me Sakîne li gelek qadên têkoşînê xebat meşand. Hevaleke rast û jidil a Rêber Apo bû. Qehreman Sara Dêrsim li zindanan serî hilda, li çiyayên Kurdistanê gerîla rêxistin kir û ji tevahî jinan re rêya şoreşa Kurdistanê nîşan da. Her tim Rastiya Rêbertî bi ciwanan da naskirin.
Hevrê Sakîne ya li Dêrsimê de mezin bû, ezmûna xwe ji çanda berxwedêr a Besê, Zerîfeyan girt. Zanebûn, tecrûbe, têkoşîn û dilgermiya heval Sara ji her kesî re bû mînak û ronahî. Hevrê Sara bi bîranînên komkujiyên Dêrsimê mezin bû. Bi ruhê tolhildanê jiya.
Timî di nav hevalan û gel de bi kelecan û coş bû. Şehîd Sakîne pir ji çiyayên Kurdistanê hez dikir. Pêşeng, hevrê û têkoşer Sakîne her li ser şopa xwedawendên dîrokî têkoşîn kir, di bin ala jin jiyan azadî de meşiya û çalak bû. Ji bo avakirina kesayeta jina azad, civaka nûjen û demokratîk berxwedaneke bi heybet meşand.
Dema mirov pirtûka pêşeng Sakîne dixwîne, mirov dikeve navderyaya fikir û lêhûrbûnê. Destê mirov qet ji pirtûkê nabe. Pêwîst her kes bi taybet jî jin pirtûka heval Sakîne bixwînin.
Uslûb û rêbazên şehîd Sara mirov dikişand nav jiyana Apoyî ya ji her alî ve dide qezenckirin. Hevrêya me xwedawend Sara timî bi hevalên nû tevlî nav refên şoreşê bûne re mijûl dibû. Ew perwerde dikirin, ji bo pirs û nakokiyên wan çareser bike dikarî bi saetan bi wan re biaxive. Fermandar û rêvebera berxwedêr Sakîne Cansiz pir ji hevalên ciwan hez dikir. Beriya biçe Fransayê ji bo tevahî gerîlayên jin û ciwan civîn çêkir û bi wan re sohbet kir.
Hewce ye kesên dixwazin bi rûmet bijîn hevala Sara nas bikin. Pêwîst e bi taybet jin û jinên ciwan her tim hevala Sakîne ji bo xwe mînak bigirin. Li ser vî esasî ti astengiyeke ku jê nebihurin wê nemîne. Ez careke din xwedawenda me Sara bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî wê ditewînim û soza xwe jê re nû dikim.




