Şehîd Nûda Gulbihar ji bo tevahî jinan bû pêşeng
Arîn Koçer

Fermandar û çeleng Nûda Gulbihar jineke wêrek û serhildêre bû. Bi rastî hevala Nûda Gulbihar pir ji xwe bawer û bi înîsiyatîf bû. Di şer de jî pir jîr û jêhatî bû. Dema mirov ew wiha şareza didît mirov kelecan û coş jê digirt. Pirî caran hevalên mêr jî hêza xwe ya fikrî, taktîkî û pratîzekirinê ji hevala Nûda digirtin. Ez pir bi heval û fermandara xwe Nûda Gulbihar serbilind im. Dema min heval û şêrejina Kurd Nûda Gulbihar nas kir, taybetmendî û xisletên wê hema bala min kişand. Min got qey ez wê hevalê pir berê nas dikim û em di zarokatiya xwe de bi hev re mezin bûme.
Hevala Nûda tevî fermandar bû jî, pir dilnizm û xwezayî bû. Mirov dikarî her mijarên xwe pêre parve bike. Bi hevalên ciwan re dibû alîkar û gelekî xwedî sebir û aram bû. Hevaltiya hevrê û fermandar Nûda Gulbihar, ji dil û can bû. Bi hevalên xwe re dibû alîkar û rojekê jî gilûgazincek nekir. Negot, “Heval karê min heye” yan jî “Hûn serê min diêşînin.” Her tim fedakar û dilnazik bû. Nexasim dema bidîta heval nexweş in, li ber serê wan dima û bi wan re mijûl dibû. Her dixwest hevalên wê zana û jêhatî bike.
Hevrê û fermandar Nûda Gulbihar her weke mamosteyekê, hevalên li derdora xwe perwerde dikirin. Dixwest ezmûn û tecrûbeyên xwe yên şer û jiyanê bide wan, wan bike xwedî biryar û çalakvan. Ev dibû sedem hemû heval ji hevrê Nûda hez bikin û hurmetê bidinê. Min bi xwe jî pir ji hevala Nûda hez dikir. Ez gelekî bi şehadeta wê xembar bûm. Bi rastî mirov di rêbazê jiyana heval û fermandar Nûda Gulbihar de rêbazê şehîdên giranbiha Sara Dêrsim û şehîd Zîlan didît. Mirov hêvî û bawerî ji fermandar Nûda Gulbihar digirt.
Fermandar û jina wêrek Nûda Gulbihar Hewl dida jin hêza xwe ferq bikin û pêşengtiyê bikin. Heval Nûda Gulbihar ji bo me pir giranbiha ye. Ji bo em bibin layiqî wê û tevahî şehîdan, divê em têkoşîna xwe mezin bikin û armancên wan bi serketinê tacîdar bikin. Careke din bi hurmet û minetdarî pêşenga xwe bi bîr tînin. Em ê jiyaneke li ser esasê fikir û paradîgmaya Rêbertî ya şehîdên me di oxira wê de bûn nemir, ji sedî sed pêk bînin.




