Şehîd Mizgîn li Kobanê bi beşdariya gaziyên şer hat bîranîn

Hunermenda şoreşger û yek ji fermandara Tevgera Azadiyê Mizgîn di salvegera şehadeta xwe de li Kobanê bi merasîmeke girseyî ya gaziyên şer jî tevlî bûn hate bîranîn.

Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê hunermenda şoreşger û yek ji fermandara Tevgera Azadiyê Mizgîn (Gûrbet Aydin) di 33’yemîn salvegera şehadeta xwe de bi merasîmeke girseyî ya gaziyên şer jî têde amade bûn hat bîranîn. Di merasîmê de di şexsê hozan Mizgîn de şehîdên çand û hunerê hatin bîranîn.

Merasîm rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Di merasîmê de têkildarî şehîd Mizgîn û rola jinan a di nav têkoşîna azadiyê de endama navendê Zozan Mihemed diyar kir ku Hozan Mizgîn ji bo jinan di qada huner, siyaset û leşkerî de mînaka pêşengiyê bû û got: “Mizgîn dengê jinan li hember desthilatdariyê bilind kir.”

Piştre jî der barê jiyana Hozan Mizgîn û hunermendên şoreşger de sînevîzyonek hat temaşekirin.

Di merasîmê de Koma Esmer û Koma Botan stranên xwe yên şoreşgerî pêşkeş kirin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button