Şehîd ji bo me bîr bawerî û hêza manewiyatê ne

Şîlan Kobanê

Weke şoreşa Rojava me bi şehîdan dest bi têkoşînê kir û em ê bi şehîdan serkeftinê qezenc bikin. Ji ber her em deyndarên şehîdan e.  Teqez divê bi roj û şev em têkoşîn bikin hedef û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin. Ji bo em bibin layiqî ked, têkoşîn û berxwedana wan em ê ji dil û can tevlî şoreşê bibin, roj bi roj nêzî serkeftinê bibin. Şehîdan bi xwîn û canê xwe rêya me rohnî kirin. Ji bo me bûn pîvan û rêgezên jiyana pîroz. Em li ser xeta wan dimeşin da ku em tola wan rakin. Li ser vî esasî  şoreşa me bû şoreşa şehîdan.

Şehîdan canê xwe ji bo gel û welatê xwe feda kirin. Di rêya bilindbûn, bîr û baweriyê de ji bo azadiya gelan fedakariya herî mezin kirin. Şêrejin û mêrxasên welatê me ji dil û bi bawerî şer kirin.

Em jî soz didin têkoşîn û ala şehîdan bilind bikin. Doza şehîdan xwe di oxira wê de feda kirin em ê teqez bigihînin serketinê. Em girêdayî şehîdan û gelê xwe ne. Em ê şehîdên xwe bikin tac û deynin ser serê xwe. Şehîd ji bo me rêber û rêzan in. Bi saya şehîdan em dikarin îro serê xwe di nava mirovahiyê de rakin. Li ser vî esasî weke gel û jinên Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê  pêşengiyê ji azadîxwazan re dikin.

Ev têkoşîna me têkoşîneke wer esîl û pîroz e ku kesên di şer û berwedanê de ji canê xwe parçe dane, bêyî bêjin em birîndar û gazî ne di refên herî pêş de erkê û wezîfeya ji bo azadiya gelan pêk tînin. Hevrê Hogir û Serkêş ên 2025’an şehîd bûn ji wan leheng û qehremanên hê dema sax bûn xelata “şehîdên zindî” wergirtin. Hevrê Hogir û Serkêş du hevalên gaziyên şer ên pêşeng bûn. Bi şev û roj ji bo azadiya gelan di nav kar û xebatan de  bûn. Her du hevalên me yên bi rûmet Mijdara 2025’an di encama êrîşeke bombeyî de li Hesekê tevlî karwanê şehîdan bûn.

Hevalê Hogir Amed li çiyayên Kurdistanê di şerê parastina welat de birîndar bibû. Ji bo tedawiya xwe hatibû Rojava ware şoreşê. Hem tedawiya xwe didît hem jî erk û berpirsiyariyên dikevin ser milên şoreşgerekî bêteredut pêk dianî. Hevalê Serkêş Riha jî di şerê Efrînê de, birîndar bibû û lingekî xwe wenda kiribû. Hevrê Serkêş tevî birîndariya xwe jî di nav hêzên eskerî de fermandarî ji heval û hogirên xwe re dikir. Ew hevalên şehîd Sorxwîn Rojhilat, Azadî Dêrik û Azadî Helebçe bûn.

Di şexsê gaziyên şehîd de tevahî şehîdên azadiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Heya em xwedî fedaî û egîdên wer wêrek û bi rûmet bin, wê ti hêz nikaribe me têk bibe.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button