Şehîd Hogir Amed û Serkêş Riha bi girseyî hatin oxirkirin
Şervanên QSDˈê û gaziyên şer Hogir Amed û Serkêş Riha yên ku 11ˈê Mijdarê li Hesekê şehîd bûbûn, li bajarê Dêrikê hatin oxirkirin.
Şêniyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa yên kantona Cizîrê cenazeyê şervanên QSDˈê Hogir Amed (Mihemed Can) û Serkêş Riha (Mistefa Kaytan) yên di heman demê de gaziyên şer bûn,bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.
Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê Narîşan Berekat axivî û got: “Ji bo jiyaneke ewle ji tevahî pêkhateyên herêmê re em timî amade ne fedakariyan bikin.”
Endamê Federasyona Gaziyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî jî soza şopandina xeta şehîdan da û got: “Şehîd Amed û Serkêş ku li hemberî komên çete li ber xwe dan, parçeyek ji bedena xwe dan û bûn gazî. Lê tevî gazî bûn jî têkoşîna xwe berdewam kirin heya gihiştin asta şehadetê.”
Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen bal kişand ser êrişên qirkirin û înkarê ku ji aliyên dewletên dagirkerên Kurdistanê ve têne kirin û diyar kir ku gelê herêmê li hemberî tevahî êriş û siyasetên qirkirinê rêya berxwedanê hilbijartine û dê têkoşînê bidomîne.
Şervanên QSDˈê Hogir Amed (Mihemed Can) û Serkêş Riha (Mistefa Kaytan) 11ˈê Mijdara îsal dema li ser erka xwe bûn di encama teqîna mayînekê de li bajarê Hesekê şehîd bûbûn.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên her du şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin veşartin.