Şehîd Hêvîdar: Sed silav ji dil û can Rêberê min

ŞEHÎD HÊVÎDAR DARA  

Bi şewq û tîrêjên xwe hêviya jiyanê ye. Destana azadî ya di nav rûpelên dîrokê yên ji nû ve hatine nivîsandin de ye. Dîroka mirovatiyê ya her tim di bin destê kedxwaran de hatiye veşartin, di mejiyê xwe de nivîsiye. Peyvên li ser lêvên mirovatiyê yên timî hatine bêdawîkirin, di dengê xwe yê gerdûnî de destana xwe ya jiyanî têde bi cih kiriye. Ji giriyê zarokên bi hêvî ne. Lewra mîna aşûteke bêdeng bi ser te de hatin. Yekser xwestin mîna dareke ji kokê da rakin xwestin te bi aşûtê li ber çavên mirovatiyê bêronak bihêlin. Belê di kesayeta te de xwestin dinya me tarî bikin.

Ew hêzên komploger xwestin cîhana me bikin weke qetranê û me jî weke netewe di nava wê de qir bikin û berhem ji me nemîne.

Rêber Apo careke din destwerdan kir û em ji tinekirinê rizgar kirin. Em kirin xwedî doz û niha jî em li ber xwe didin, ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn dikin. Bêguman mirovatî di dîrokê de gelek caran rastî bûyerên bi vî awayî hatine. Rejîmên desthilat ketine nav hewldanan ku di kesayeta serokan de gelê me qir bikin.

Bêguman tu jî yek ji wan kesanî ku bi demdirêjî ew ketin nava hewldanên bêdawî ji bo tenê karibin mîna aşûteke berfê te di nava xwe da bifetisînin, ji bo tinekirina mirovatiyê. Di kesayeta te de ew ketin nav hewldaneke bi vî awayî. Lê wan nekarîn di kesayeta te de bibin xwedî şêwaza ku pê karibin dîroka bi ramanên te hatiye nûjenkirin vegerînin şêwazekî tarîtiyê.

Belê tekez wan çendî hewl dan ji bo windakirin û nepejirandina mirovatiyê ewqasî lawaz ketin… Hewldan ji bo pêşxistin û pêşvebirinên dîrokî bê sînor in. Lewma di roja me ya îro de jî sedema girankirina şert û mercên tecrîdê li ser te bi deh hezaran kesan bi gotinên, “Dilê me li Îmraliyê lê dide” hestên xwe bi te re parve dikin û têne gel hev.

Bêguman hewldanên ji bo serkeftinê ev in. Hewldan ji bo pêşerojê têne hembêz kirin. Belê encam û rastiyên hemû hewldanên jiyanî naveroka xwe ji destên te berhev dike. Destan di dîrokê de dîrok di ramanên te de cih digire…

Dîsa sibat hat! Weke dînan hat, bê hesab hat. Mirov ji vê rojê nefret dikin. Serokê min bila min vê deqeyê Serokê xwe û cihê Serokê xwe bidîta. Bila dilê min bisekiniya, xwezî min bizaniya Serokê min çi xeyalan dike yan jî çi dinivîse, çi pirtûkê dixwîne. Min bizaniya  dixwazê bêje bila di dilê kesî de nemaya…

Sed silav ji dil û can heya dawî Rêberê min.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button