Şehîd Feysel El Hesen hat oxirkirin

Şêniyên bajarê Hesekê û bajarokên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê û endamê Federasyonê Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Feysel Ferhan El Hesen oxir kir.
Şêniyên bajarê Hesekê û bajarokên wê cenazeyê endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Feysel Ferhan El Hesen ê ku di encama nexweşiyê de di 11.09.2024ʹan de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar ê bajêr oxir kir.
Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme El Elî sersaxî da malbata şehîd.
Fatme El Elî wiha got: “Şehîd Feysel El Hesen rojekê dev ji çeka xwe berneda û beşdarî tevahî erkan bû.”
Li aliyekî din jî ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Demhat Hesekê axivî û got: “Şehîd Feysel El Hesen ji lehengên li dijî komên terorîst, di serî de çeteyên Erdogan, şer kiriye.”
Demhat Hesekê di axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan, parastina ewlehî û îstîkrara welat da.
Di dawiyê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Guljîn Hemo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.