Şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn

Şehîd Ezîz Ereb di 39. salvegera şehadeta xwe de ji aliyê gaziyên herêma Şedadê ve hat bîranîn.

Gaziyên şer ên herêma Şedadê ji bo gerîla û fermandar Ezîz Ereb ê sala 1986’an di nav refên Tevgera Azadiyê de şehîd bibû civîneke bîranînê li dar xistin.

Di civînê de piştî rêzgirtina ji bo şehîdan endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî behsa jiyan û têkoşîna şehîd Ezîz Ereb kir. Laleş Êzidî anî ziman ku Ezîz Ereb piştî perwerdeya ligel Rêber Apo 1983’yan ji bo azadiya gelan berê da çiyayên Kurdistanê û got, “Ezîz Ereb dilsozê fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo bû. Hevrê Ezîz ji pêkve jiyana gelan yeqîn dikir û di wê oxirê de jî çû şehadetê. Em şehîd Ezîz Ereb di 39. salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Laleş Êzidî anî ziman ku eger îro şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihiştiye vê merheleyê û ji hemû mirovatiyê re bûye hêviya azadiyê ev bi saya Ezîz Ereban pêk hatiye û got, “Em ê heya dawiyê di rêya şehîdên xwe de bimeşin.”

Laleş Êzidî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên li herêmê jî rû didin û diyar kir, çareseriya pirsgirêkên li herêmê di azadiya fizîkî ya Rêber Apo re derbas dibe û wiha axivî, “Weke gaziyên şer di vê pêvajoya hesas de divê di asta herî bilind de em bi rol û mîsyona xwe rabin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê em timî di nav têkoşînê de bin. Ji ber Rêber Apo rola pêşengtiyê daye gaziyan. Ji bo em bibin layiqî Rêber Apo û şehîdan em ê ji her demê zêdetir di nav kar û xebatên têkoşînê de bin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button