Şehîd Ehmed li Şedadê hat oxirkirin
NAVENDA NÛÇEYAN
Xelkê bajarê Şedadê cenazeyê şervanê QSD’ê û gaziyê şer şehîd Ehmed Hesen El Hesen li goristana şehîdan a Şedadê defn kir. Her wiha merasîma xiyabî ya şervanê QSDˋê şehîd Subhî Ebdullah Cero hat lidarxistin.
Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk û gaziyê şer şehîd Ehmed Hesen El Hesen ê 23ˋyê Çileyê ji ber krîza dil şehîd bû li goristana şehîdan a bajêr hat oxirkirin. Her wiha merasîmeke xiyabî ji bo şervanê QSD’ê Subhî Ebdullah Cero yê di dema pêkanîna erka xwe ya leşkerî li bajarê Minbicê 9’ê Kanûna 2024’an şehîd bibû, hat lidarxistin.
Di merasîmê de malbatên şehîdan, gaziyên şer, xelkê bajêr, nûnerên ji saziyên civaka sivîl û komîteyên perwerdeyê beşdar bûn.
Li goristanê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Weed El Hemod axivî û got: “Destpêkê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Şehîdan di oxira parastina welat û rûmetê de canê xwe dan.”
El Hemod wiha domand: “Şehîdên me ronahiya rêya me ne. Em soza xwe ya ji bo şopandina rêya şehîdan dubare dikin.”
Piştre li ser navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdullah El Cêşî axivî û got: “Em bejna xwe li hember tevahî şehîdên azadiyê ditewînin. Şehîdên me pêşengên me ne û wê navên wan bi tîpên zêrîn di dîroka fedakarî û têkoşînê de bên nivîsandin.”
Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyê şehîd Ehmed El Hesen hat definkirin.