Sefqan Efrîn: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin

Gaziyê şer Sefqan Efrîn diyar kir ku wê ti hêz nikaribe îradeya şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bişikîne û got, “Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”
Êrîşên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên 22’yê Kanûna 2025’an bi hatina wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dest pê kirin, 7’ê Çileyê dijwar bûn. Di van êrîşan de bi dehan zarok û jin şehîd û birîndar bûne. Gaziyê şer û endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sefqan Efrîn têkildarî êrîşan nêrînên xwe anîn ziman.
Sefqan Efrîn anî ziman ku êrîşeke pir bêrûmet li hember xelkê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê kirin û got, “Ev teqez planeke bi zanebûn a li hember gelên me ye. Ev her du taxên li Helebê ji destpêka şoreşê ve weke kelehên berxwedanê ne. Ti carî rê nedan çeteyan û rejîma Baas. Wê ev berxwedan heya serketinê bidome.”
Gaziyê şer Sefqan destnîşan kir ku hêzên şerxwaz ên naxwazin li Sûriyeyê aramî çêbibe di dewreyê de ne û wiha axivî, “Ev hêz ji xwînê xwe xwedî dikin. Divê her kes li hember vê hişyar be. Ev çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hikûmeta veguhêz dixwazin şêniyên li wan taxan di komkujiyan re derbas bikin. Lê wê ti carî negihêjin hedefa xwe. Weke hêzên ji bo azadiya gelên xwe û xaka xwe berdêl dane em ti carî ji şer natirsin. Lê em timî dixwazin aştî û aramî hebe. Gelên me pir berdêl dane. Heqê kesekî nîne careke din vê erdnîgariyê bike gola xwînê.”
Sefqan Efrîn diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya çeteyên girêdayî xwe dixwaze kaos û tevlîhevan derxe û wiha dewam kir, “Bila her kes zanibe ku wê ti hêz nikaribe îradeya şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bişikîne. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”
Gaziyê şer Sefqan Efrîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Pêwîstiya gelên Sûriyeyê bi jiyaneke azad û bi ewle heye. Em timî aligirên aştiyê ne. Lê eger êrîşên nemerdane li hember me pêk werin em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Em ji hêz û îradeya gelên xwe û şervanên xwe bawer in. Wê ti dorpêç û êrîş nikaribe îradeya me bişikîne. Weke gaziyên şer em ê bi ruhekî Apoyî li kêleka hêzên xwe û gelên xwe li hember her cure êrîşan bisekinin.”




