Rojên dîrokî û destanwarî

Çeteyên hov ên HTŞ’ê, DAÎŞ û yên girêdayî dewleta Tirk 6’ê Çileyê di encama plan û peymaneke kirêt de li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi êrîşan kirin. Li wan taxan di pêşengtiya fermandar û qehreman Ziyad Qedûrî (Ziyad Heleb) û hevalên li cem berxwedaneke bi heybet hat pêşxistin. Wan lehengên hêja tevî gelek bêderfetiyan jî li hember her cure teknîk û çekên giran heya dawiyê parastina xak û gelê xwe kirin. Ew heval bi wê berwedana xwe ya dîrokî nîşanî her kesî dan ku wê ti hêzeke dagirker wer bi hêsanî nikaribe bikeve xaka wan.

Çeteyên hov ên ti nirxekî însanî li cem wan nîne, êşkence li cenazeyên şervanên bi rûmet ên heya dawiyê li ber xwe dan kirin. Cenazeyê hevrê Denîz ji qata sêyan avêtin xwarê. Tekez divê were zanîn ku avêtina cenazeyê wê şêrejina wêrek û şerker tirsa wan çeteyan dide diyarkirin. Tola xwe ji bedena cemidî ya şervanên azadiyê û ji pora wan a kezî radikin. Ew dirinde û hov, wiha dihizirin ku wê ji destê şervanên YPJ’ê xelas bibin. Her kesî ew wêneyê kirêt ê wan çeteyên tundrew û wehşî dît û fêmkirin ku çiqasî ji bedena me ya cemidî û ji porê me yê kezî ditirsin. Berxwedanî û qehremaniya fedaiyên bajarê kevnar Helebê berxwedaneke bêhempa û dîrokî bû. Ji ber ku wan lehengan biryara berxwedana bi komî dabûn. Di serî de fermandar Ziyad û Denîz soza fedaîbûnê dabûn. Lehengên din jî kêmî wan nebûn. Bi qehremanî û fedakariya wan gihişt lûtkeyê û destanên qehremaniyê xêz kirin.

Serkêş û pêşengên me bi komî biryara xwe ya dîrokî ya berxwedanê dan û heya dawiyê li gor wê biryarê tevgeriyan. Bi lehengî û qehremanî navê xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîroka têkoşîna me de neqişandin. Wan hevrêyan bi serbilindî rûmeta xwe parastin. Heya hênasa xwe ya dawiyê têkoşîn kirin û gihiştin asta herî bilind a pakrewaniya pîroz. Wan fedaiyên Apoyî li kêleka pêşeng Ziyad Heleb mil bi mil, gav bi gav li ber xwe dan. Ji dijminan re bûn tirs û xofeke mezin. Fermandar Ziyad, Denîz, Rojbîn, Feraşîn, Dilbirîn, Hawar, Viyan, Amara û gelek hevrêyên din bi bîr û baweriya bi serkeftinê şer kirin. Qet kêliyekê jî tirs, xof, dudilî û poşmanî neket dilê wan ê pak.

Piştî wê berxwedana destanwarî, ji bo xelkên sivîl ên ji ber bomberan û êrîşên hov di taxan de asê mabûn werin rizgarkirin, hewldan çêbûn. Xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember wan êrîşên plankirî yên kirêt bi gelemperî derketin qadan. Bi hezaran mirov bi karwanan derbasî Dêrhafir bûn da ku bi hawara xelkê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve biçin. Lê çeteyên hikûmeta veguhêz destûr nedan ku gel derbas bibe. Gel bi biryardarî dest bi berxwedanê kir. Di encama vê berxwedanê de piştî du rojan birîndar û welatparêzên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derbasî cihên bi ewle hatin kirin.

Hikûmeta veguhêz her gef li hêzên QSD’ê û Rêveberiya Xweser dixwarin. Diyar bû ku li pişt wan gefan planeke qirêj heye. Piştî biryara vekişîna ji Dêrhafir, komplo li ser hêzên QSD’ê hate kirin û êrîşên nemerd li herêma Firatê hatin pêşxistin. Çeteyan şer hate veguhestin herêma Kobanê û Hesekê. Li Tebqa û Reqayê tevlîhevî çêkirin û di encama wê de gelê Efrînê yê ji Şehbayê çûbûn li wir bi cih bibûn,  neçar man ji wir berê xwe bidin herêma Cizîrê. Li ser rêyan gelek Kurdên sivîl ji hêla çeteyan ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Jixwe çeteyên hov û bêserûber li Dêrezorê,  Şedadê û herêma Hesekê li ser rêyan xelk şelandin, mal û milkên kesên ji ber êrîşan warê xwe terk kirin talan kirin. Li wan deveran rewşeke wer derket holê ku destê kê di bêrîka kê de bû diyar nebû. Li hember wan êrîşên hovane bi banga giştî ya ji hêla Rêveberiya Xweser, fermandariyên hêzên QSD, YPJ, YPG’ê gelê Kurd li her deverê ji bo vîn û rûmeta rabû ser piyan. Gelê Kurd hê jî li her deverê li ser piyan e. Li tevahiya bajar, navçe û gundên Rojava jî xelk xwe diparêzin. Dayik, bav, jin û ciwan di destê wan çek parastina xak û civaka xwe dikin. Li Bakurê Kurdistanê welatparêzan xwe li sînoran qelibandin û ji bo parastina Rojava şehîd û birîndar dan.

Xelkê me yê Başûr jî weke yê Bakur hatin bi hawara gelê xwe yê Rojava ve û beşdarî seferberiyê bûn. Herî zêde jî xelkê bajarê Silêmaniyê û Kerkukê gelek fedakarî kirin, bi can û malê xwe tevkarî li berxwedana Rojavayê Kurdistanê kirin. Hevrê Ehmed Kerkukî yê weke ciwanekî hêja hat tevlî berxwedana rûmetê bû, weke şehîdê yekîtiya neteweyî wê timî di bîra me ya civakî de bijî. Ez bejna xwe li hemberî mezinahî û fedakariya heval Ehmed ditewînim û ji malbata me ya welatparêz û hêja re sersaxiyê dixwazim. Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya zêdetirî nîv sedsalê gelê Kurd li hemû parçeyên welêt hişyar kir, hiş û îradeyeke hevpar a neteweyî di civaka Kurd de pêş xist.  Yekîtiya gelê Kurd dibe pûçkirina komploya navneteweyî û xwedîderketina li ked û perspektîfên Rêber Apo. Bi vê wesîleyê ez careke din Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar û rûreş dikim. Bang li tevahî Kurdên xwedî rûmet û şeref dikim, werin em têkoşîna xwe xurt bikin û azadiya Rêber Apo misoger bikin.

Ji pênûsa şervaneke Apoyî

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button